'Fakulteya Jîneolojiyê zanyariya jinê derdixîne holê’

  • jin
  • 09:21 26 Îlon 2017
  • |
img

AMED – Li Rojavayê li Zanîngeha Rpjavayê Fakulteya Jîneolojiyê hat vekirin. Endama Akademiya Jinan Figen Aras, anî ziman ku armanca vê fakulteyê ew e ku tarîtiya Rojhilata Navîn ronî bike û zanyariya jinê derxîne holê. 

Li Zanîngeha Rojavayê Fakulteya Jîneolojiyê hat vekirin û heycan û peroşiya jinan zêde kir. Ev fakulte li cîhanê di warê xwe de yekemîn fakulte ye û xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Di mufredata wê de dersên wek “Deriyê Jîneolojiyê”, “Dîroka Jîneolojiyê”, “Zanista Jiyana Hevpar” û hwd. hene. Endama Akademiya Jinan Figen Aras behsa fakulteyê û bandorên wê yên li ser jinan kir. Aras, got ku Fakulteya Jîneolojiyê heycan û peroşiyeke zêde li wan peyda kiriye û li cîhanê di warê xwe de yekemîn e. Aras, dest nîşan kir ku li Rojavayê kurd tenê ne li dijî DAIŞ’ê her wiha di warê azadiya jinê de jî têdikoşin.
 
‘DÎROKA TARÎ TÊ RONÎKIRIN’ 
 
Aras, anî ziman ku armanca fakulteyê ew e ku tarîtiya Rojhilata Navîn ronî bike û zanyariya jinê derxîne holê û wiha domand: “Dema jin ji jiyana xwe hat veqetandin, li Rojhilata Navîn jiyana wê hat tarîkirin. Ev yek tenê bi zanyariya jinê û pênasekirineke rast a dîrokê dikare derkeve holê. Heke wisa be dê pirsgirêkên civakî çareser bibin û dê feraseta civaka siruştî ji nû ve zînde bibe.” 
Aras wiha axivî: “Têkoşîna gelekî heye. Lê li gel vê bi awayekî hevwext ronîkirina feraseta jinê jî xwe dide der. Ji ber vê yekê ye ku ji bo hemû cîhanê dibe mînak.” 
 
‘ÇALAKÎ BI ENCAM BÛ’ 
 
Aras, got ku sazîbûyîna Jîneolojiyê zaf watedar e û wiha domand: “Em carinan teoriya wê dikin. Lê sazîbûyîna vê teoriyê, çalakîbûyîna wê pir watedar e. Îro Rojava ev tişt kir. Mufredateke ku tenê bi nêrîna jinê hatiye amadekirin… Pergaleke perwerdehiyê ku feraseta mêr ne serdest e, ne pwerdehiyeke bi pera ye, hiyerarşiya mamoste-xwendekar tune ye.” 
 
‘XEYALÊN JINAN PÊK TÊN’ 
 
Her wiha Aras wiha behsa mijarên dersên Fakulteya Jîneolojiyê kirin: “Li fakulteyê di dersan de mijarên modernîteya kapîtalîst, modernîteya demokratik, ehlaq, rêbaz, heqîqet û hwd. hene. Yanî hewl dide ku rastiya jinê ku ji jiyanê hatiye veqetandin derxîne holê. Ev yek ji bo me zaf girîng e. A rast hesûdiyeke zêde jî li me peyda bû. Çimkî xeyala her jinê ye. Dixwaze bêyî çewisandin, feraseta nêrza û zayendiyî pergala xwe ya perwerdehiyê di nêvengeke azad de bi rê ve bibe.” 
 
Aras, dest nîşan kir ku dê Fakulteya Jîneolijiyê bêhna hemû cîhanê derxîne û ev tişt gotin: “Dê li cîhanê jî heycan û bandoreke zêde li jinan bike. Heta dê jin bibêjin ‘çima ez li erdnîgariya xwe desteka vê projeye nakim’. Di dilê her jinê de ev daxwaz û heycan heye. Û dê bijî.”