Jin li Dersîmê hem karsaz, hem karker û hem jî hilberiner in

  • jin
  • 09:12 21 Gulan 2019
  • |
img

DERSÎM – 15 jin li Dersîmê bi avakirina kargeriya "Hilberina Nanê Sêlê" hem bûn karsaz, hem bûn karker û hem jî bûn hilberîner. 15 jinan bi piştgiriya komeleyek li Almanyayê, kargeriya "Hliberina Nanê Şikeva" vekirin û dest bi hilberînê kirin. 

Li Dersîmê 15 jinan bi piştgiriya Komeleya Freude Helfen Freunden (Komeleya Dost Alîkariya Dostan Dikin) Kargeriya Hilberîna Nanê Sêlê vekirin.  Komeleya Dost Alîkariya Dostan dikin ku piştî erdheja li Wanê pêk hat di sala 2011'an de li Almanya hat avakirin, piştgirî da projeya 15 jinên Dersimê ya "Hilberina Nanê Sêlê". Komeleya ku 8 salin piştgiriyê dide projeyên biçûk, niha jî piştgirî da projeya 15 jinên Dersimî. Ayşegul Aras a 60 salî ku ji Dersîmê ye û li Almanya dijî, diyar kir ku li welat pirsgirêka herî mezin nedîtina keda jinê ye û wekî betal tên dîtin. Aras ku di heman demê de seroka Komeleyê ye, projeya "Hilberîna Nanê Sêlê" pêşkêşî Komeleya Dost Alîkariyê Didin Dostan. Komeleyê, projya ku hem jin nanên çanda herêmî bipijînin û hem jî hilberîna Nanê Sêlê bikin qebûl kir. 
 
WÊ DEBARA JINAN BIKE
 
15 jin wê bi navê Zembur di 1'ê Hezîranê de kargeriya "Hilberîna Nanê Sêlê" vekin. Ev kargerî wê debara jinên li malê, jinên xwendekar û jinên ku bi KHK'ê hatin dûrxistin bike. Jinan biryar da ku rojê 8 saetan kar bikin. Hemû jin wê bi sîgorta kar bikin. Jinên li vir bixebitin, wê di jora heqê herî kêm re heqê xwe bistînin. Jin wê bi vê kargeriyê hem bibin karsaz, hem bibin karker û hem jî bibin hilberîner. Seroka Komeleya Dost Alîkariyê Didin Dostan Ayşegul Aras, diyar kir ku Komeleyê di serî de li Dersimê heta niha piştgirî daye gelek projeyên herêmê. Aras, anî ziman ku jiyana komînal û piştevaniya jinan li herêmê çandek civakî ye û wiha axivî: "Min li Dersimê bi gelek jinan re rû bi rû li qadê xebat kir. Li ser pêdivî û pêşniyara jinan me dest bi xebatek wisa kir. Hem kafe û hem jî cihê hilberînê ye. Ev kargerî ji bo jinan gavek e. Me xwest jin bi vê projeyê hem debara xwe bikin û hem jî keda wan bê dîtin û parastin. Armanca me ya sereke me xwest li Dersimê derfeta kar bidin jinan. Her tiştê ku jin pêşengiyê dike min pir kêfxweş dike. Li vir patron tune. Jin hem karsaz e, hem karker e û hem jî hilberîner e. 
 
Şêwirmenda projeyê Yildiz Gunduz jî anî ziman ku ev kargerî ji kafeyê wêdetir qada jiyanê ye û wiha got: "Emê bi vê kafeyê hem xwediyê kar bin û hem jî hilberîner bin. 
 
'EM DIXWAZIN ZIMANÊ JINÊ SERDEST BIKIN
 
Şukran Yalçin a bi KHK'ê ji mamostetiyê hat îxrackirin jî anî ziman ku ev proje bi fikra hevpar a jinan derket holê û wiha got: "Di her qada jiyanê de jin di afirînin û ava dikin. Em dixwazin keda jinê bê dîtin. Me xwest li kargeriya xwe reng û zimanê jinê bidin xuyakirin."