Beştaş: Ocalan rêber û muxatab e

  • jin
  • 16:53 16 Mijdar 2017
  • |
img

EDENE - Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş, di panela Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Edeneyê de diyar kir ku nêzîkatiya li dijî Ocalan ne nêzîkatiya li dijî girtiyekî ji rêzê ye û wiha got: "Ew rêberek e. Ew muxatabê çareseriya pirsgirêkê ye." 

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Edeneyê, bi armanca balê bikişîne ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di çarçoveya kampanya "Tecrid dê winda bike azadî dê bi ser bikeve" li avahiya HDP'ê ya Seyhanê panel pêk anî. Di panelê de Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Danış Beştaş û Rêvebera Akademiya Jinan Figen Aras amade bûn. Endama MYK'ê ya HDP'ê Asiye Kolçak pêşkeşiya panelê kir. Salon tije bû. Li salonê pankarta "Wisa derbas nabe. Jin destûr nadin" û "Vîna gel teslîm nayê girtin" vekirin. Wêneyên wekilên HDP’ê yên girtî li salonê vekirin. Beştaş, di panelê de bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û wiha got: "Tecrîd girêdayî pirsgirêkên Tirkiye ne. Tecrîd li dijî hiqûqê ye. Niha bi awayekî keyfî tecrîd heye. Nêzîkatiya li dijî Ocalan siyasî ye. Di navbera salên 2013 û 2015'an de astengî tune bû. Lê niha asten hene. Ev jî li dijî mafê mirovan û li dijî hiqûqê ye." 
 
'OCALAN MUXABATÊ PIRSGIRÊKÊ YE' 
 
Beştaş, anî ziman ku malbat û parêzer nikarin bi Ocalan re hevdîtinê bînin û wiha got: "AKP'ê piştî OHAL îlan kir, li her qadê tecrid xistiye meriyetê. Nêzîkatiya li dijî Ocalan divê wekî nêzîkatiya dijî girtiyekî rêzê neyê destgirtin. Ew rêberek e. Ew muxatabê çareseriya pirsgirêkê ye. Bê heq demokrasi pêş nakeve. Em dê bi mudaxaleya siyaseta demokratîk pirsgirêkê çareser bikin. Li gorî nirxên navneteweyî tecrîd rêbazek îşkenceyê ye. Girtina nava çar dîwaran îşkence ye. Îşkence li her derê cîhanê sûc e." 
 
‘EM QEBÛL NAKIN'
 
Rêvebera Akademiya Jinê Figen Aras jî bal kişand ser paradigmaya Ocalan a der barê jinê de û wiha got: "Şoreşa li Rojava Şoreşa Jinê ye. Birêz Ocalan gotibû "Heta Jin azad nebe civak jî azad nabe." Jin li dijî tecrîdê bi bertek in. Ji ber ku Rêberê azadiya jinê esas digire Ocalan e. Ji ber vê yekê tecrîda li ser Ocalan tecrîda li ser jinan e. " 
 
Panel bi pirs û bersîvan bi dawî bû.