Jin di lendê de hev dibînin: Em ê ji şideta mêr re serî netewînin

  • jin
  • 11:19 14 Mijdar 2017
  • |
img

STENBOL - Dê di pêşengiya 25 Kasım Platgormu (Platforma 25'ê Mijdarê) de dê îsal bi dirûşma “Erkek devlet şiddetine itaat etmiyoruz, hayatlarımızdan ve mücadelelerimizden vazgeçmiyoruz” (Em ê ji şideta dewleta mêr re serî netewînin, em dest ji jiyana xwe û têkoşîna xwe bernadin) dê li Lenda (tunel) Taksîmê heta Lîseya Galatasarayê bimeşin.

Dê jin bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Hevgirtin û Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şideta li Ser Jinê, derkevin kolanan. Platforma 25'ê Mijdarê dê bi dirûşma "Em ê ji dewleta mêr re serî neteweyîni, em dest ji jiyana xwe û têkoşîna xwe bernadin" dê di 25'ê Mijdarê saet di 18.00'an de di lendê de bên gel hev û heta Kolana Îstîklalê bimeşin. Endama Platforma 25'ê Mijdarê Şenay Kumuz, aşkera kir ku ew li bendê ne hemû jin û LGBTÎ li dijî şideta mêr li Qada Tunelê bin.
 
Kumuz da zanîn ku sala çûyî dirûşma wan a 25'ê Mijdarê “OHAL’de de herhalde de direniyoruz” (Di OHAL'ê de di her rewşê de em li ber xwe didin) bûye û ev tişt got: "Sala çûyî destpêkirina OHAL'ê bû. Lewre ji hêla jinan ve jî OHAL'ê şidetek zêde anî. Em di pêvajoyeke ku di aliyê jiyana jinê de bi şidet re derbas dibin; lê di pêvajoya OHAL'ê de ev zêdetir bû. Komkujiyên li dijî jinan zêde bû û ev derxistin rewşek hovane. Ji derveyê wê saziyên jinan hatin girtin. Ji cihên kar bigire, li hemû qadên jiyanê şideta li dijî jinê zêde bû. Ji cil û bergên me bigire, li hemû qada jiyanê û li cihê kar şideta li dijî me zêde bû. Sedemeke herî mezin a vê rewşê OHAL e."
 
‘DI 25'Ê MIJDARÊ DE EM LI LENDÊ NE’
 
Kumuz anî ziman ku di sala 2'yemîn de, di şertên OHAL'ê de ew ê di 25'ê Mijdarê de li qadan bin, der barê çalakiyên ku dê pêk bînin de ev tişt got: "Ya rast em her sal li ber Lîseya Galatasarayê li hev diciviyan û me ber bi Qada Taksîmê ve dest bi meşê dikir. Lê me di bernameyê de guhertinek pêk anî. Ji ber ku li Taksîmê înşaeteke ku dawiya wê nayê heye û dê dawî jî nebe. Ji ber wê di 25'ê Mijdarê saet di 18.00'an de em ê li Lendê bicivin û ber bi Lîseya Galatasarayê ve dest bi meşê bikin. Em ê daxuyaniya xwe jî li wir bidin."
 
‘EM JI ŞIDETA DEWLETA MÊR RE SERÎ NATEWÎNIN’
 
Kumuz aşkera kir ku heta meşa 25'ê Mijdarê dê hin bangên wanên cuda hebin û wiha pê de çû: "Em ê li navçeyên wekî Taksîm, Kadikoy, Beşîktaş, Şîşlî, Umraniye, kuçukçekmece, Sariyer, Eyup, Sultangazî, Avcilar, Beylukduzu û Bakirkoyê belavokan belav bikin. Di Facebookê de malpera meya çalakiyan heye. Em ê li ser vê rûpelê jî bangên xwe bikin. Ji derveyê wê stîkirên me hene. Li hin cihan dê stantên me bên danîn."
 
‘HEMÛ JIN LI LENDÊ NE’
 
Kumuz piştrast kir ku wan wekî jin her dem li dijî şidetê berteka xwe aniye ziman û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "25'ê Mijdarê ji van rojan yek e. Lê banga meya esasî ev e; wekî ku me dirûşima xwe ya bingehîn de gotiye ku 'Em dest ji têkoşîna xwe û jiyana xwe bernadin.' Di şertên OHAL'ê de divê jinên li Tirkiyeyê, dema du sê jin hatin gel hev divê serwextbûnek çêbe û divê li her qadê têkoşînê bimeşînin. Em bang li hemû jinan dikin ku di 25'ê Mijdarê de il Lendê bin."