Mislimanên Antîkapîtalîst: Erdogan kurdan terorîst dibîne

  • jin
  • 09:38 14 Mijdar 2017
  • |
img

STENBOL - Nerazîbûnên li dijî gotina Serokê AKP'ê Erdogan a "Li Tirkiye rêxistinên terorîst pir hasas in. Herî kêm 10-15 zarokan çê dikin" zêde dibin. Jinên mislimanên antîkapîtalîst diyar kirin ku di Qur'anê de jî ne zêdebûn, cewherî esas e û gotina Erdogan tê wateya ku kurdan terorîst îlan dike. 

Bertek û nerazîbûnên li dijî gotina Serokê AKP'ê Erdogan a “Bizewicin, zêde bibin. Li Tirkiye rêxistinên terorê pir hasas in. Herî kêm 10, 15 zarokên wan hene" zêde dibin. Jinên Mislimanên DijKapîtalîst, diyar kirin ku Pirtûka pîroz Qur'an, ne çendahiyê, çawaniyê pêşniyar dike. Hevseroka SYKP'ê Tulay Hatimogullari diyar kir ku ev daxuyanî li dijî gelê kurd bû û wiha got: “Ev gotin tê wateya îlnakirina terorîstiya gelê kurd." 
 
Akademîsyen Doç. Dr. Melda Yaman, Prof. Dr. Fatma Gok, Mislimanê Dijkapîtalîst Hadiye Yolcu û Hevseroka Partiya Ji Nûve Rizgariya Sosyalist (SYKP) Tulay Hatimogullari bertekên xwe yên li dijî Serokê AKP'ê Erdogan anîn ziman. Jinên dijkapîtalîst bang li hemû jinan kir û xwestin bertekên xwe zêde bikin û dengê xwe bilind bikin. 
 
Akademîsyen Doç. Dr. Melda Yaman a bi KHK'ê hat îxrackirin, diyar kir ku bendewariya Erdogan a ji jinan tenê çêkirina zarokan e û wiha got: "Dixwaze jin jiyana xwe di nava çar dîwaran de derbas bikin. Wekî ya zarokan çê dike nêzîk dibin. Ji bo wan jin barê kar a nava malê ye. Bi mezinkirina zarokên zêde dixwaze wê ji kolanê dûr bixe û di malê de hepis bike. Dixwaze keda erzan ava bike. Bi vê yekê dixwaze hêjmara betalan zêde bike û kedê erzan bike." 
 
GOK: DI NAVA TIRSÊ DE YE KU JIN LI DIJ DERKEVIN
 
Prof. Dr. Fatma Gok jî anî ziman ku AKP dixwaze jinê ji derve qut bike û li gorî daxwaza mêr bi têxe hundur û têxe xizmeta mêr. Gok, balê kişand ser polîtîkayên AKP’ê û zagonên ku derxistine û wiha got: "Ji ber ku jin li dijî van polîtîkayan derdikevin, ev dijberiya jinan wan dixe nava tirs û panîkê."
 
‘DERKETINA LI DIJÎ DESTKEFTIYÊN JINÊN KURD E' 
 
Gok, des tnîşan kir gotinên Erdogan li dijî destkeftiyên jinên kurd serîrakirinek e û wiha got: “Dixwaze bandorê li ser jinên kurd çêke. Lê nikare bandorê li ser jinên kurd ên evîndarê azadiyê çêke. Hem li Rojava û hem jî li cihên din ên Kurdistanê aşkere xuya dike. Divê jin şêwirmendiya xwe bêtir xurt bikin." 
 
YOLCU: QUR'AN CEWHERIYÊ ESAS DIGIRE
 
Ji jinên Mislimanên Dijkapîtalîst Hadiye Yolcu jî anî ziman ku li gorî Qur'anê cewher esas e û wiha got: "Qur'an ne zêdebûnê, cewherê esas digire. Li gorî Erdogan hemû kesên muxalif terorîst in. Dixwaze kesên deng dide wî zêde bibin. Daxwazên xwe wekî daxwazên Xwedê nîşan dide. Her dem gotinên xwe wekî yên pêxemberê me nîşan dide. Lê Qur'an qîmetê dide cewheriyê. Li gorî Sureya Enfalê diyar dike ku di şer de jî hejmara kêm bi awayekî cewher û çawaniyê dikarin bi ser bikevin. Her dem kurdan wekî kesên zarokên wan zêde pênase dikin. Ev gotina Erdogan jî di mejiyê her kesî de fikra eleqeyî kurdan ava dike." 
 
HATÎMOGULLARI: DAXUYANÎ LI DIJÎ KURDAN E 
 
Hevseroka Partiya Ji Nûve Rizgariya Sosyalist (SYKP) Tulay Hatimogullari jî gotinên Erdogan ên "Bila 3 zarokan çêke", "Bila 5 zarokan çêke" hebûn. Gotina dawî li dijî kurdan bû. Bi  awayekî din gelekî wekî terorîst îlan dike. Ji ber vê yekê ez nêzîkatiya wî şermezar dikim. Ev daxuyanî nayê qebûl kirin. Hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn wek hev in. Divê hemû wek hev bin. Dixwaze bi destê AKP'ê her tiştî muhafazakar bike. Ez wekî jinekê dibêjim jin dê çend zarokan çêke, çend zarokan çêneke biryar a min e. Ev Erdogan eleqeder nake. Ger ku Serokomar e û Serokê AKP'ê ye divê erka xwe zanibe. 
 
‘MUDAXILEYÎ MALZAROKA ME DIKIN' 
 
Hatimogullari, herî dawî wiha got: "Mudaxaleyî malzaroka me dikin. Jin zarokan çêkin an çênekin jin bi xwe zanin. Ez wekî jinek ereb a li Tirkiyeyê dijîm vê yekê qebûl nakim û divê tu jin jî vê yekê qebûl nekin."