30 sal in aşê kevirî dixebitîne û diparêze

  • jin
  • 09:08 11 Mijdar 2017
  • |
img

COLEMÊRG- Li Colemêrgê Rabîa Olmez ku aşê kevirî yê ji gelê Nastûrî maye dixebitîne, 30 sal in bi kedeke mezin hem aş diparêze hem jî bi saya aş debara malbata xwe dike. 

Li gundê Geçîmlî yê Colemêrgê Rabîa Olmez (70), aşê kevirî yê ji dema Nastûriya maye dide xebitandin. Olmez ku bi salan e aşê kevirî dide xebitandin, li gund tekane jin e ku vî karî dike. Olmez, da zanîn ku dema nû gund dihatin valakirin ew li gundê Geçîmliyê bi cih bûne û 50 sal in ew vî aşî diparêzin. Olmez, diyar kir ku dema ew li gund bi cih bûne, wan ewilî dest bi selihandina vî aşê ku ji dema Nastûriyan maye kiriye. 
 
LI GUND JI BILÎ WÊ TU JIN NIZANE AŞ BIDE XEBITANDIN
 
Olmez, diyar kir ku di sala 1988’an de hevjînê wê di Çemê Zapê de fetisiye û ji wê rojê ve ew li 7 zarokên xwe dinere. Olmez, got ku dema wê dest bi xebitandina aş kiriye, roj hebû ew heta sere sibê dixebitî û ev tişt gotin: “Dema gundê me hat valakirin û em hatin vir ev aş hebû. Lê şikiya bû. Me ew selihand û dest bi xebitandina wî kir. Ev der tenê ne ji bo malbata min, ji bo me hemûyan bû deriyê debarê. Lê ev jî heye, li gund ji bilî min tu jin nizane aş bixebitîne. Piştî ku hevjînê min jiyana xwe ji dest da, mecbûr mam zend û bendan badim. Wê çaxê zarokên min biçûk bûn, li malê kesekî ku li wan binere tune bû. Min wan dixist xew û heta serê sibê min aş dixebitand. Min ji gundiyên ku garis, genim û ceh dianîn ji sedî 10 distand û debara xwe dikir.” 
 
Olmez, diyar kir ku wê hêrandina genim hînî zarokên xwe jî kiriye û wiha got: “Hîn jî gundên derdorê aş tercîh dikin. Çimkî tu fabrîke nikarin fêdeya arvanê aş bidin. Êdî ez wek berê nikarim bixebitim, extiyar bûme. Lê hemû zarokên min dizanin aş bixebitînin. Çawa ku ez ji hinekan hîn bûm, min wisa jî hînî zarokên xwe kir.” Olmez diyar kir ku ji bo wê ev aş zaf biqîmet e û wiha domand: “Salên min li vir derbas bûn. Niha jî heke çend rojan carekê neyêm, wek ku min tiştekî xwe yê biqîmet winda kiribe. Paşê dikevim aş û tiştên ku zarokên min nîvco hiştine temam dikim. Min gelek zehmetî kişandin, lê dixwazim piştî min baş lê bê nihêrîn û jîndarkirin.”