Jin li halê bi keda zêde û heqê erzan dixebitin

  • jin
  • 09:37 25 Îlon 2017
  • |
img
MÊRSÎN - Jinên ku li Kompleksa Hala Fêkî, sebze û fêkiyan pakêt dikin, diyar kirin ku bi kedek gelek zêde û heqê erzan dixebitin. Jinên dixebitin anîn ziman ku ewlehiya wan a kar jî tune û keda wan nayê dîtin. 
 
Li Kompleksa Hala Fêkî ya navçeya Akdeniza Mêrsînê bi hezaran karker fêkî û sebze pakêt dikin. Hinek ji wan bar dikin û hinek jê dadixin. Gelek ji wan jin in. Jinên ku li vir dixebitin di nava şert û mercên giran de bi kedek erzan dixebitin. Jin di saetên serê sibê de li vir dest bi pakêtkirina fêkî û sebze dikin û heta êvarî bi kedek erzan kar dikin. Jinên ku li vir dixebitin bê sîgorta û ewlehiya kar dixebitin. Jinên ku bi rojan wekî hemalan bi yewmiyan dixebitin heqekî gelek erzan distînin.
 
ZIVISTANÎ SAR E Û HAVÎNAN GERM E
 
Yek ji karkera li Hala fêkî dixebite Zeynep Paburaci ye. Paburaci 8 salin li vir kar dike. Her roj saet di 05.00'an de dest bi kar dike û heta derengê şevê dixebite. Her roj li ser çongan rûdinên fêkî û sebze pakêt dikin. Rojêherî kêm 10- 12 saetan kar dikin û rojê 70 TL heq distînin. Paburacı, ani ziman ku ji sibê heta êvarî di nava fêkî û ava fêkî de dixebitin û wiha got: "Em fêkî û sebzeyên ku ji nava zeviyan tên li vir dikin pakêt û ji market û dikanan re dişînin. Zivistanî di nava sermayê de û havînan jî di nava germayê de em dixebitin. Her tişt ji bo debarê ye. Ger ku em vî karî nekin em nikarin debara xwe bikin. Ji bo em destê xwe dirêjî kesan nekin em vî karî dikin." 
 
'HEM FITIQ BI MERE ÇÊ DIBE Û HEM JÎ NEXWEŞIYÊN DIN
 
Karkera halê Gonca Bayan, jî anî ziman ku 5 salin li vir dixebite û wiha got: "Em bê ewlehi û sîgorta li vir kar dikin. Zarokê min hene û ez neçarim vî karî bikim. Ez vî karî nekim ez dê betal bimînim. Ji ber kar giran e bi xwe re nexweşiyan jî çê dike. Ji ber karê firan fitiq bi min re çê bûye. Ji ber ku heta êvarî em toza fêkî û zebzeyan dikişînin kezeba xwe gelek nexweşiyên wekî astim bi me re çê dibe. 
 
EZ JI NEÇARÎ VÎ KARÎ DIKIM
 
Dayika 7 zarokan Saadet Dogan jî anî ziman ku 7 salin li vir dixebite û ew jî wekî karkerên din bê ewlehiya kar û bê sîgorta kar dike. Dogan anî ziman ku li vir kedek gelek mezin didin, lê heqê distînin pir kêm e û heqê keda xwe nastînin. Ez 65 salî me. Hûn halê me dibînin em di çi halî de ne. Sê fitiq bi min re çêbûne. Ez neçarim li zaroken xwe binerim. Ji ber vê yekê neçarim kar bikim."