Jinên TMMOB’î banga tevlîbûna mîtîngê kirin

  • jin
  • 14:57 3 Adar 2019
  • |
img
AMED - Komîsyona Jinan a TMMOB’ê, dê di çarçoveyê pîrozbahiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de, piştgiriyê bidin Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 116 rojina di greva birçîbûnê deye û banga  tevlîbûna mîtînga Amedê li jinan kirin. 
 
Komîsyona Jinan Desteya Koordînasyona Bajêr a TMMOB’ê, di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de, li Şaxa Odeya Endezyarên Makîne (MMO) li hev civiyan. Jinên TMMOB’î, mijara ji bo bihêzkirina rêxistinê “Divê  çi bê kirin” nîqaş kirin. Jinên di kursiya serbest a hat avakirin de axivîn û gotin: “Divê di her qadê jiyanê de hînzêdetir bi aktîf tevbigerin û keda xwe dîtbar bikin.”
 
Jinan di heman demê de, ji bo mîtînga 8’ê Adarê ya li Amedê bi xurt derbas bibe banga tevlîbûnê kirin. Piştî axaftinan, hunermand Sasa Serap, li ber piyano û kemane staran gotin.
 
Jinan di dawiya bernamê de, peyamên piştevaniyê ji bo Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a 116 rojin li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê deye, şandin. Jinan bal kişandan ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan jî û banga hestiyariyê li raya giştî kirin.