Wê li Amedê çalakiyên 8'ê Adarê pêşî li bazarê dest pê bikin

  • jin
  • 09:25 28 Sibat 2019
  • |
img

AMED - Pêkhateyên DAKAP'ê, wê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê wê mîtîngekê û gelek çalakiyan li dar bixin. Wê DAKAP, pêşî serdana jinên bazarvan bike. 

Jin, hewl didin bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê dakevin qadan. Platforma Jina ya Dîcle Amed (DAKAP, bi boneya vê rojê mîtîngekê û gelek çalakiyan li dar bixe. Berdevka Platforma Şaxên KESK'ê yên Amedê Bahar Yildirim, der barê çalakiyên ku dê bên lidarxistin agahî parve kirin. 
 
‘ME DEST BI AMADEKARIYAN KIR' 
 
Yildirim, bi bîr xist ku piştî polîtîkayên zayendparêz ên li dijî jinan ketin dewrê bi awayekî zêde êrîşî destkeftiyên jinan hat kirin û ji bo detkeftiyên jinan 8'ê Adarê rojeke pri girîng e. Yildirim, bilêv kir ku li Amedê jinên gelek saziyan hatine gel hev û ji bo vê rojê hin plansazî kirine û niha amadekariyên van plansaziyan didomin. 
 
WÊ BIÇIN SERDANA JINÊN BAZARVAN 
 
Yildirim, anî ziman ku ew ê bi boneya 8'ê Adarê ewilî di 1'ê Adarê de biçin serdana jinên bazaravn ên li Taxa Bagcilar a navçeya Rezanê. Yildirim, da zanîn ku wê çalakiyên wan hefteyekê dewam bikin û got: "Em ê di navbera 1-8'ê Adarê de panel, gotûbêj û pêşangehan li dar bixin. Dê şano û wûne hebin. Em ê kartan ji jinên girtî re bişînin." 
 
GREVA JINÊ YA CÎHANÊ
 
Yildirim bal kişand ser greva jinê ya cîhanê û got: "Em ê jî li Tirkiyeyê ji bo greva jinê ya cîhanê bang li hemû jinan bikin. Hin welat bi awayekî giştî dikin, lê em ê jî di 8'ê Adarê de em ê ji bo grevê bang li hemû jinan bikin. Li dijî hemû ferzkirinan, pêdiviya jinan bi vê yekê heye. Hêvîdar im wê li Tirkiyeyê beramberiyeke vê bangawaziyê hebe. Her wiha em ê di 8'ê Adarê de jî mîtîngekê li dar bixin." 
 
Yildirim, diyar kir ku ew wek DAKAP ew ê ji bo çalakiya Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven bêdeng nemînin. Yildirim, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê niha di warê mafên demokratîk û hiqûqê de tiştek nemaye û got: "Niha grevên birçîbûnê ku jiyana mirovan dixe talûkeyê hene. Em ê li dijî binpêkirinên mafan bêdeng nemînin." 
 
MA/ Esra Solin Dal