Jinên rojnameger ên çûn serdan Guven: Em ê bibin dengê Leyla Guven

  • jin
  • 16:35 23 Sibat 2019
  • |
img

AMED - Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê, çû serdana Leyla Guven a ku ev 108 roj in di greva birçîbûnê de ye. Di kêliya serdanê de Leyla Guven dema rojnamegerên jin dîtin hestiyar bû û got: "Dema ku ez we dibînim Gurbetelî û Deniz tên bîra min. Hûn bibin dengê hevalên me yên li girtîgehan."

 
Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê, çû serdana Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a ku ev 108 roj in ji bo rakirina tecrîda li ser Rêbê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye. Guven dema ku rojnamegerên jin li hemberî xwe dîtin hestiyar bû û keyfxweşiya xwe anî ziman. 
 
Berdevka Platformê Ayşe Guney di serdanê de axivî û wiha got:"Hûn hêzê didin jinên Kurd û hemû jinên li Tirkiyeyê. Hûn sembola serîhildanê ne. Dema em li we dinêrin em hêzê ji we digirin. Em ê hewl bidin ku di vê serdema tarî de bibin ronahî. Ji ber ku em rêhevalên we ne, em xwe gelek bi rûmet hês dikin."
 
Her wiha jinên rojnameger pirtûka Helbestkara Jin a ji Îranê Furox Feroxzad a bi navê "Birînên min evîn e" û ayraça ku bi destan hatibû çêkirin, diyarî Leyla Guven kirin. 
 
'EMÊ BIBIN DENGÊ GUVEN'
 
Piştî serdanê li pêşiya sîteya mala Leyla Guven, li ser navê platformê Ayşe Gunay daxuyanî da û wiha axivî: "Niha Leyla Guven di warê tenduristiyê de rewşa wê ne baş e. Gelek bêhal e. Lê ewqas jî bi moral e. Diyar kir ku heta ew encamekê bigire dest ew ê greva birçîbûnê bidomîne. Wê bang kir ku hemû xebatkarên çapemeniyê bibin dengê çalakgerên greva birçîbûnê yên di girtîgehan de. Em jî wekî platforma rojnamegerên jin dibêjin ku em ê bibin dengê berxwedêrên di greva birçîbûnê de. Tecrîda ku li se Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê kirin li hemû civakê tê kirin. Loma em bang li hemû civakê dikin ku ji bo Leyla bijî li berxwe bidin."
 
'EMÊ ŞOPDARÊ HEQÎQETA BIRYARDARIYA GUVEN BIN’
 
Ayşe herî dawî wiha got:"Medya sê meymûna dilîze. Çapemeniyahawiz naxawaze vê serîhildanê bide bihîstin loma em çapemeniya hawiz şermezar dikin. Her destên ku pênûsê digire divê vê serîhildanê binivîse. Em ê bi hêza ku em ji Leyla Guven digirin rêya xwe ya têkoşînê bidomînin. Emê şopdarê hiqîqeta biryardariya Leyla Guven bin.” 
 
Rojnamegerên jin, piştî daxuyaniyê ji ber mala Guven veqetiyan.