Jinên KESK’î helwesta xwe ya hilbijartinê eşkere kirin: Ji bo hişmendiya qeyûm deng tuneye

  • jin
  • 13:54 21 Sibat 2019
  • |
img
ENQERE – Komîsyona Jinan a KESK’ê, helwesta xwe  ya derbarê hilbijartina herêmî de eşkere kir û got: “Ji bo hişmendiya qeyûm deng tuneye. Emê deng bidin partiyên dinava siyasetê de cih didin jinan, tevlîbûn û temsîliyeta jinan esas digirin.” 
 
Komîsyona Jinan a Kongfederasyona Sendîkayên Kedkarên Çemawerî (KESK), helwesta xwe ya têkildarî hilbijartina herêmî ya di 31’ê Adara 2019’an de bê lidarxistin eşkere kir. Civîna çapemeniyê li avahiya navenda giştî hat lidarxistin.  Endamên Desteya Rêveberiya Navenda Jinan a KESK’ê  û rêveberên sendîkayên girêdayî KESK’Ê beşdarî civînê bûn. Di civînê de pankarta “Em feraseta rêveberiya herêmî ya azadîxwaz û wekheviya zayendî ya civakî dixwazin” hat vekirin. 
 
‘EM ALÎGIRÊN AVAKIRINA DEMOKRASIYÊ NE’ 
 
Ser navê Jinên KESK’î, Sekretera Jinên KESK’î Gulîstan Atasoy daxuyanî da û wiha axivî: “Weke jinên KESK’î me tu caran dest ji ked, azadî, demokrasî û têkoşîna mafê bernedaye. Çi dibe bila bibe emê dest jê bernedin. Ligel vê yekê hîna mafê me yê hilbijartinê ji destên me nehatine girtin. Ji bo em berê ba ya li dijî kedkar, jin û gelan biguherînin ev firsedek mezine. Bingeha welateke demokratîk û demokrasiya herêmî, domînosiya wê ye. Ji ber vê em ê di hilbijartina herêmî de dengê xwe bidin demokrasiyê. Emê helwesta xwe ji bo avakirina demokrasiyê danîn holê. Ji bo hişmendiya qeyûm jî deng tuneye. Emê deng bidin partiyên dinava siyasetê de cih didin jinan, tevlîbûn û temsîliyeta jinan esas digirin.”