‘Netirsin dê jin qezenc bikin’

  • jin
  • 09:23 5 Mijdar 2017
  • |
img

MUGLA - Malbata Derya Koç a di qedexeyên derketina Cizîrê de jiyana xwe ji dest da axivî û gotinên wê yên berî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî ku gotin “Netirsin dê jin qezenc bikin” bi bîr anîn.  

Li bajarên kurdan berî 2 salan qedexeya derketina derve hat îlan kirin. Derya Koç yek ji wan jinên ku li navçeya Cizîrê di jêrzemînê de jiyana xwe ji dest da. Derya Koç a 25 salî ku ji navçeya Qereyaziya Erziromê bû, ji bo piştevaniya gelê Cizîrê, ji Muglayê berê xwe da Cizîrê. Koç di 2’yê Îlona 1991’ê de tê dinê û dibistana navîn li Qereyaziya Erziromê dixwîne. Koç bi malbata xwe re di sala 2004’an de koçî Muglayê dike û di sala 2011’an de ji bo Hevseroka Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Mîlasê tê hilbijartin. Koç ku li dijî polîtîkayên binçavkirin û êrîşan bêdeng namîne û berî ku li Cizîrê jiyana xwe ji dest bide, di telefonê de bûyerên hatin jiyîn yek bi yek vedibêje. Berî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî dayîka Derya Koç Fîrûze Koç behsa têkoşîna keça xwe kir.  
 
‘GOT 'DÊ JIN QEZENC BIKIN’' 
 
Dayîk Koç, diyar kir ku keça wê bûyerên di 14’ê Kanûna 2015’an ku di dema qedexeya derketina derve de li Cizîrê xwe dan der di televîzyonê de ragihand û wiha axivî: “Keça min hêj biçûk bû li hemberî zilma li ser jinê bêdeng nedima. Li malê keça min tim behsa têkoşîna jinan dikir. Qala têkoşîna Pakîze, Sakîne û Sêvêyan dikir. Dema bidîta zarokeke 15-16 salî tê zewicandin, pir zora wê diçû. Tim dixwest rê li ber vê bigire. Tim digot dê jin têbikoşin û ferzkirinên pergalê qebûl nekin. Dema Derya dest bi têkoşînê kir, ji bo ez xemgîn nebim tim li min digeriya. Ji min re digot ‘Dayê em baş in. Neqehire, dê derbas bibe, em jin em ê qezenc bikin. Ji bo em kesekî/ê bikujin nehatin van deran. Ji bo em berxwedana jinan vebêjin em hatin vir.’ Ez tu carî axaftinên wê ji bîr  nakim.”      
 
'MIN TÊKOŞÎNA WÊ DEWR GIRT’
 
Dayîk Koç, dest nîşan kir ku keça wê têkoşîna xwe ji wê re hişt û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Jin bi destên dewletê tên qetilkirin. Îro têkoşînek heye û jin di rêzên pêş de cih digirin. Cardin em jin li ber xwe didin. Ger keça min saxbûya dê têkoşîna xwe bidomanda. Dewlet ji jinan re dibêje ‘Biçe li mala xwe rûne, zarokan çêke û xemla xwe girêde.’ Dema behsa jinê têkirin berxwedan tê bîra mirov, ne zarok û mal. Derya vê yekê nîşanî me da. Derya jiyana xwe ji dest da. Bedena wê çû. Lê têkoşîna wê ma. Nexweşîna pençeşerê bi min re heye. Ger min bi erdê jî kaş bikin, ez ê têkoşîna Deryayê bidomînim. Min ala têkoşîna wê dewr girt. Piştî min dê biraziya wê Derya dewr bigire. Kes dest ji têkoşîna jinan bernade. Tiştên ku dewlet fam nake hene. Her ku jin tên qetilkirin, zêdetir dibin.” 
 
‘BI HEZARAN DERYA LI DERVE HENE’
 
Bav Kemal Koç  jî, diyar kir ku keça wî Derya ramanên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên li ser jinan dipejirandin û wiha axivî: “Keça min tundî, bêmafî, tacîz û êrîşên zayendî yên li ser jinan tu carî qebûl nedikirin. Derya ji min re tim qala 25’ê Mijdarê, têkoşîna 3 xwişkên hev ên li dijî Komara Domînîkê dikir. Derya wê rojê nişe girt. Dema min pirsa ev nişeya çiye ji kir, ji min re wiha got ‘Gava jin li Rojhilata Navîn tên qetilkirin, di bazaran de tên firotin em çawan dikarin li vir rawestin. Ez ê li hemberî hişmendiya desthilatdar a zilam bêdeng nemînim.’ Va ye em dibînin, niha bi hezaran derya li derve hene.”