'Rosa ji bo jinan bû cihê hêvî û ronahiyê'

  • jin
  • 09:14 25 Çile 2019
  • |
img

AMED - Avakara Komeleya Jinê Rosa Narîn Gezgor, diyar kir ku ji bo têkoşîna li dijî şideta li hemberî jinê ew e hatine cem hevdu û komel ji bo jinan bûye cihê hêvî û ronahiyê. 

 
Piştî qeyûm tayînî şaredariyên DBP'î hatin kirin gelek sazî û komeleyên jinan hem bi destêê qeyûman hem jî bi KHK'yan hatin girtin. Lê belê dîsa jî jinan dev ji têkoşînê berneda û di 3'yê Kanûna 2018'an de li Amedê Komeleya Jinê Rosa ava kirin. Yek ji avakarên komeleyê Narîn Gezgor behsa armanca komeleyê kir. 
 
NAVÊ WÊ JI ROSA LUXEMBURG TÊ 
 
Gezgor, bilêv kir ku navê komeleyê ji navê Rosa Luxemburg ku ji bo têkoşîna sosyalîst tev geriya tê û got: "Em bi saya jinên têkoşer ên ji Rosa Luxemburgê heta niha li vir in." 
 
‘NAVENDA JIN Û ZAROKAN' 
 
Gezgor, bi bîr xist ku piştî hewldana darbeyê gelek saziyên jinan hatine girtin û Komeleya Jinê Rosa jî berdewama têkoşîna jinê ya li hemberî şideta jinê ye û xwedî rabirdûyeke hîmdar e ku ji Komeleya Jinê ya Welatperwer a salên 90'î tê. Gezgor, destnîşan kir ku di rêveberiya komeleyê de siyasetmedar, derûnas, rojnamevan û parêzvanên mafên mirofan jî hene. Gezgor, bilêv kir ku komeleya wan bi taybetî navenda jin û zarokên ku bi şideta zilam re rû bi rû mane û ew li dijî her cure şideta li dijî jinê ne. Gezgor, anî ziman ku xaleke ku jin zêde hedef tên girtin jî xala ziman e û ji bo vê plansaziyên wan ên ji bo perwerdehiya huner û ziman jî hene. 
 
XEBATÊN JI BO ENDAMTIYÊ DESTPÊKIRIN 
 
Gezgor, da zanîn ku wan nû dest bi xebatên ji bo enmatiyê kirin û ew ê pêşî xwe bigihînin jinên bi şidetê re rû bi rû dimînin û ew ê piştgiriyê bidin hemû jinên bi şidetê re rû bi rû dimînin. 
 
‘ME DEST BI XEBATÊN XWE KIRIN' 
 
Gezgor, destnîşan kir ku piştî qeyûm tayînî şaredariyan hatin kirin hemû cihwarên ji bo jin û zarokan hatine girtin û got: "Pêdiviya jinan bi cihwarên ku biçinê heye. Ji ber vê me biryar da ku em komeleya xwe ava bikin û niha me dest bi xebatan kiriye." 
 
Gezgor, anî ziman ku tevî jinên kurd û jinên li Tirkiyeyê, di têkoşîna li dijî şidetê de ew di asteke ku karibin rê ve bikin de ne û got: "Avakirina komeleyê heyecaneke mezin li jinên li Kurdistan û Tirkiyeyê peyda kir. Armanca komeleyê ew e ku tevî hemû jinên cîhanê li dijî şideta li hemberî jinê tev bigere û jinên bi şidetê re rû bi rû dimînin daxilî jiyanê bike."
 
'ROSA JI BO JINAN BÛ HÊVÎ' 
 
Gezgor, bilêv kir ku xebata ewil a komeleyê ji bo Oyku Arîn Yazici ya 3 sal û nîvî ku nexweşa losemiyê ye û got: "Li Amedê ji bo li dijî şidetê toreke parastinê bê avakirin hevdîtinên me yên bi rêxistinên civaka sivîl re didomin. Bertekên baş hene. Rosa, ji bo jinan bû cihê hêviyê û ji niha ve bûye navenda jinên bi şidetê re rû bi rû dimînin." 
 
MA / Esra Solin Dal