Jin: Hemû dayikên cîhanê li dijî şer bibin yek

  • jin
  • 11:30 24 Îlon 2017
  • |
img
STENBOL - Jinan li Stenbolê bertek nîşanî erêkirina teskereyê ya li meclîsê dan. Jinan diyar kirin ku ew li dijî şer jiyanê diparêzin û wiha gotin. "Her netewe xwedî maf e ku qedera xwe diyar bikin. Em bang li hemû dayikên cîhanê dikin ku li dijî şer bibin yek." 
 
Tirkiye ji bo operasyonên dervê sînor pêk bîne, heta niha bi dehan caran biryara teskereya leşkerî li meclîsê erê kiriye. Biryara Teskereya dervê sînor piştî civîna MGK û Lijneya Wezîran carek din li meclîsê hat erêkirin. Parlamenterên AKP, MHP û CHP'ê bûn yek û di şeva 23'ê Îlonê de bi lez û bez biryar erê kirin. Nûnerên saziyên jin ên li Stenbolê bertek nîşanî biryara erêkirina teskereyê dan. 
 
'HEMÛ DAYIKÊN CÎHANÊ LI DIJÎ ŞER BIBIN YEK'
 
Rexnegira wêjeyê Ayşegul Tozeren, diyar kir ku çawa li welatên xwe hurmetê nîşanî yekpareya axa xwe didin divê li derve jî hurmetê nîşanî biryar û vîna welatên din bidin. Tozeran anî ziman ku ew li dijî biryara teskereyê û şer radiwestin û dibêjin ji şer û teskereyê re na. Tozeren, destnîşan kir ku dayik dixwazin bifikirn ku dê zarokên wan li kijan zanîngehê bixwînin û bibin xwedî kijan pîşe û wiha got: "Dayik naxwazin zarokên wan di şer de bên kuştin. Niha dayik pirsa 'Dê zarokên me bijîn an na?' dipirsin. Bila hemû dayikên cîhanê li dijî şer bibin yek." 
 
'EM HER DEM LI DIJÎ TESKEREYÊ NE'
 
Rêvebera Bloka Aştiyê Nesrin Aslan jî anî ziman ku di her şert û mercan de li dijî biryara teskereyê û şer in. Aslan, destnîşan kir ku xuya dike ku şerê li Rojhilata Navîn hatiye qebûlkirin û wiha got: "Êdî pirsgirêka derve pirsgirêka hundir e. Îktîdar dixwaze bi şer xwe bi hêz bike. Divê her kes vê yekê bibîne. 
 
MAFÊ HER NETEWEYÊ HEYE QEDERAE XWE DIYAR BIKE
 
Aslan, destnîşan kir ku îktîdar bi vî şerî amadekariya hilbijartinê dike û wiha axivî: "Em di ferqa vê yekê dene. Bi taybet divê muxalefeta sereke li hemberî vê yekê helwestek rast nîşan bide. Em bang li muxalefete dikin ku helwesta xwe rast bike. Rê da teskereyê. Rê da destnedayinê. Bi vê yekê bêtir xera dike. Teskere ji bo dayik û jinan hêsirên çavan, êş û kuştin e. Divê em tu carî ji aştiyê tawîzan nedin. Ji kijan alî dibe bila bibe yê di şer de êşê dijî jin in. Şer tacîz û tecawizê zêde dike. Em wekî jinê ji vê rewşê şerm dikin. 
 
JIN ŞER NAXWAZIN
 
Nûnera Giştî ya Em dê Cînayetên Jinan Rawestînin Gulsum Kav jî anî ziman ku ew hem li derve û hem jî li hundirê welat aştiyê dixwazin û wiha got: "Jin şer naxwazin. Mêr vê pêvajoyê pir cuda dijîn. Bi şer tundiya li ser bedena jinê zêdetir dibe. Mêr jinan dikin perçeyekî şer. Bedela herî giran jin didin. Em wekî jin dê her dem aştiyê biparêzin. Divê hemû jin li dijî biryara meclîsê ya teskereyê nerazîbûn û bertekên xwe bînin ziman. Ez biryara teskereyê îtiraz dikim." 
 
HEMÛ PIRSGIRÊK BI AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ ÇARESER DIBIN
 
Rêvebera Odeya Tabîban a Stenbolê Încilay Erdogan jî anî ziman ku ew tu polîtîkayên der barê şer de qebûl nake û wiha got: "Ya esasî bêparastin jiyan bi xwe ye. Em bawer dikin ku hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn bi riya aştî û demokrasiyê çareser bibe. Hewldanên jinan ji bo vê yekê ye. Em li dijî hemû polîtîkayên şer in. Em dê her dem ji bo aştiyê têbikoşin. Ev teskereya şer e. Şer kuştin, xerakirin wêrankirin û êş in. Em dê her dem li dijî şer jiyanê biparêzin."