Bi nanê tenûrê debara xwe dike

  • jin
  • 09:35 3 Çile 2019
  • |
img

STENBOL - Felek Akan ku di dikana xwe de nanê tenûrê çêdike û pê debara xwe dike got: "Divê jin li ser piya bisekinin, muhtacî kesî nebin." 

Felek Akan ku 27 sal berê ji mecbûrî ji Mêrdînê koçî Stenbolê kir û ev 2 sal in jî li Tarlabaşiya Beyoglûyê rûdinê, ji xwe re dikaneke biçûk vekir û li vê dikanê nanê tenûrê çêdike û pê debara xwe dike. Akan, bilêv kir ku şêniyên taxê eleqeyeke zêde nîşanî nanê tenûrê didin. 
 
Akan, bilêv kir ku ew ji zûvde ye li Stenbolê dijîn û hevjînê wê li tekstîlekê dixebite. Akan, da zanîn ku 2 sal in ew nanê tenûrê çêdike û pê debara xwe dike. Akan, bilêv kir ku nanê tendûrê ji bo tenrudistiyê jî baş e û xizm û dostên wan ên li navçeyên din ên Stenbolê dijîn heftê carekê nanê tenûrê jê dikirin. Akan, da zanîn ku ji bo nan bêhn nede û xera nebe divê di sarincê de bê muhafezekirin û got: "Ji ber me ev çand ji warê xwe bi xwe re aniye, wexta mirov dibînin heyr dimînin û kêfxweş dibin. Dibêjin 'axirê tu tiştekî wisa dikî.'" 
 
Akan got: "Li cem min du kes dixebitin. Ji bo min ev kar ne karekî zehmet e. Wexta dikim kêfxweş dibim. Naxwazim tim li malê rûnêm. Ev der ne wekî warê me ye ku mirov derkeve derve û bigere. Min li Esenyûrtê dît ku hin kes nanê tenûrê çêdikin. Lê li taxa me kesî ev tişt nedikir. Paşê min jî xwest bikim û ji bo vê min dikaneke biçûk vekir. Niha pir kêfxweş im. Şêniyên taxê hînî nanê tenûrê bûn. Dibêjin êdî ew nikarin nanê din bixwin." 
 
Akan, diyar kir ku ji bo jinana azadiya aborî pir girîng e û got: "Dixwazin jin tim serkeftî bin. Wexta dibînim jin bi şidetê re rû bi rû dimînin pir xemgîn dibim. Der barê jinan de tu polîtîkayeke baş a dewletê tune ye. Êdî em naxwazin jin bi şidetê re rû bi rû bimînin. Divê jin li ser piya bisekinin û muhtacî kesên din nebin."