Platforma Jinan a Edeneyê neşopandina dosya tacîzê îtiraz kirin

  • jin
  • 13:08 25 Kanûn 2018
  • |
img
EDENE – Platforma Jinan a Edeneyê neşopandina dosya tacîzê ya li dijî Gamze A ku bi awayekî rêk û pêk jiya îtîraz kirin. Jinan, bertek nîşanî birşara dozger dan û gotin: "Çima guh nedan îfadeya mexdûr û çima guh dan îfadeya kesê bi şik." 
 
Platforma Jinan a  Edeneyê, li dijî biryara dozger a der barê Gamze A. ku bi rêk û pêk rastî tacîza birayê xwe hat îtîraz kirin. Ji ber dozger bi hinceta "Delîl kêm in" biryara bêşopandinê dabû, platformê daxuyanî dan û biryara dozger îtîrz kir. Platforma Jinan a Edeneyê li ber Avahiya Kevir a Edliyeya Edeneyê daxuyanî dan û xwest dozger biryarê paşve vekişîne. Piştî Gamze A. li ser hesabê tora civakî alîkarî xwest, nûnerên saziyên jinan ketin nava têkoşînê. Bi hewldana parêzerên Baroya Edene û Mêrsînê biryar îtîraz kirin. Li ser navê Platformê Prz. Sevil Aracı Bek, diyar kir ku piştî gilî hat kirin birayê Gamze A. ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û piştî îfadeya wî dan hat berdan û wiha got: "Em biryarê îtîraz dikin. Dozger dibêje delîlên têr tune û doz venekiriye. Li şûna dozger lêpirsînê kûr bike û dozê veke “Kêmbûna delîlan" nîşan da. Em dê li cem Gamze bin. Em destûr nadin ku ser vê dosyayê bê girtin. 
 
Bek ev pirs ji dozger pirsîn û xwest bibersivîne: 
 
"Çima îfadeya mexdûr li ber çavan nehatiye girtin û çima îfadeya bersûc li ber çavan hatiye girtin? 
* Çima sedemên hewldanên întiharê yên berê ya mexdûr nehat lekolînkirin? 
*Çima qeydên mexdûr ên nexweşxaneyê nehatin xwestin? 
*Çima parvekirinên mexdûr ên li ser medya civakî nehatin lêkolînkirin? 
* Çima di bin kontrola derûnînas de îfadeya mexdûr nehat girtin? 
* Çima zû bi zû zer dosyayê hat girtin? 
 
Endamên platformê piştî daxuyaniyê çûn Edliyê û biryar îtîraz kirin.