TJA'yê ji bo Şengal û Mexmûrê bang li NY kir

  • jin
  • 14:50 15 Kanûn 2018
  • |
img
AMED - TJA, derbarê êrîşa bombeberana hewayî ya Tirkiyeyê ya li ser Mexmûr û Şengalê de daxuyanî da. TJA'yê bertek nîşanî bêdengiya Neteweyên Yekbûyî (NY) da û got:"Êrîşên li ser Mexmûr û Şengalê nîşaneya hedefgirtin a avakirina civakek azad e."
 
Di encama bombeberana hewayî ya Tirkiyeyê ya li ser Mexmûr û Şengalê 3 jin û zarokek hatin kuştin. Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê êrîşan de daxuyaniyek nivîskî weşand. TJA, diyr kir ku bi êrîşan vîna hemû gelên Rojhilata Navîn hedef hatiye girtin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Tifaqa AKP-MHP'ê bi nêzîkbûna hilbijartinên herêmî dîsa konsepta şer xist meriyetê. Bi van êrîşan tifaqa AKP-MHP'ê careke din nîşan da ku ew li ser şer û xwînê iktidara xwe heyî dikin. Ev êrîşana êrîşên dijminatiya li dijî Kurdan nîşan dide. Bi van êrîşana diyar dibe ku tifaqa AKP-MHP'ê çiqas ji jinan ditirsin. Li dijî êrîşên li ser Wargeha Mexmûrê bêdengiya NY'ê nayê qebûlkirin. Em bang li NY, saziyên neteweyî û navneteweyî, hêzên demokratîk, rêxistinên civakî yên sîvîl dikin ku li dijî van êrîşana dengên xwe bilind bikin."