Li Amedê 'komxebta jin û qeyûman' hat lidarxistin

  • jin
  • 15:39 28 Cotmeh 2017
  • |
img

AMED - Jinên HDP û DBP'î di yekemîn salvegera tayînkirina qeyûman a rêveberiyên herêmî de, li ser rola jinê û qeyûman komxebtek amade kir. Di komxebatê de Besîme Konca ya HDP'î axivî û da zanîn ku hişmendiya jinê ya di xebatên şaredariyê de bi ser ketiye, ji ber wê ew dîl hatine girtin.

Jinên HDP û DBP'î komxebata jinê ya "Rêveberiyên herêmî, jin û qeyûm" li şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Sena Amedê pêk anî. Di salona komxebatê de pankarta "Dê wiha neçe, jin destûrê nadin" daliqandin. Di komxebatê de ji partiyên siyasî, saziyên sivîl û KCD'ê gelek kes beşdarî kombexabê bûn. Bedevka Meclisa Jinên HDP'ê Besîme Konca, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û alîkara hevserokên giştî ya DBP'ê Hacer Ozdemîr jî tev li komxebatê bûn.
 
‘JI BER KU ME QEZENC KIR EM DÎL GIRTIN’
 
Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Besîme Konca axaftina destpêkê kir û diyar kir ku komxebat vîna jinê ya tune tê hesibandin esas digire û wiha axivî: "Xwezî hevşaredarên me yên girtî li vir bûna û tecrûbeyên xwe yên li rêveberiyên herêmî vegotana." Konca da zanîn ku jin li dijî faşîzma AKP'ê, pergala serdest tê dikoşin û wiha got: "Me tenê xebatên şaredariyê wekî hejmarekê negirt dest û têkoşîn neda. Em li dijî hişmendiya serdest derketin. Êrîşên li dijî şaredariyên me ji vê ne serbixwe ne. Me di hemû qadên rêveberiyên herêmê de bi berfirehî kar kir. Em bi ser ketin. Ji ber wê em rehîn giritn. Êrîşên ku tên kirin birdozî û polîtîk in."
 
Konca got ku "Em hebû, em ê hebûna xwe biparêzın" û dê li dijî van êrîşan têkoşînê xurt bikin û wiha pê de çû: "Li ser tayînkirina qeyûman re salek derbas bû, lê hin hevşaredarên me dernexistine dadgehê. Dibe ku ew girtibin, lê têkoşîna me dewam dike. Em ê cihê wan dagirin." Konca da zanîn ku ji ber ku şaredarên AKP'ê her tişt xesp dikirin, wan ji peywirê digirin.
 
‘JINAN TEKOŞÎNEK MEZIN DA’
 
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di salvegera şahdeta Gulnaz Karataş (Bêrîtan) de ew bi bîr anî û piştrast kir ku hişmendiya têkoşînê ya di jinê de bi pêş ket, bi saya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û ev tişt anî ziman: "Gotina desthilatdariyê ya 'destpêkê li jinê bixin' Ocalan berovajiyê wê dibêje. Ji ber wê em bi felsefeya Ocalan têkoşînê didin. Bi têkoşînek mezin jinan di rêveberiyên herêmî de cihê xwe girt." Alîkara hevserokên giştî ya DBP'ê Hacer Ozdemîr jî anî ziman ku dê girtin û binçavkirin têkoşîna jinê asteng nekin.
 
Komxebat ji çapemeniyê re girtî dewam dike.