Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Em piştgiriyê didin Platforma Zimanê Kurdî

  • jin
  • 14:59 19 Mijdar 2018
  • |
img
AMED - Platforma Yekîtiya Jinên Kurd bi peyamekê piştevaniya avakirina Platforma Zimanê Kurdî kir û ragihand ji bo xebatên ziman çi peywîr bikeve ser milê wan ew amade ne.  
 
Platforma Yekitiya Jinên Kurd bi boneya Platforma Zimanê Kurdî ya ji aliyê 9 partî û rêxistinên kurd ve hat damezrandin peyama piştevanî û pîrozkirinê weşand. Daxuyaniya Platforma Yekîtiya Jinên Kurd wiha ye:
 
"9 partiyên Kurdan; HDP, DBP, OSP, PSK, PDK-B, PDK-T, Tevgera Azadî, Partiya Mirov û Azadiyê û PAK'ê ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û yê fermî 'Platforma Zimanê Kurdî' ava kirin. Û wê vê mijarê têxin rojeva netew, navnetew û NY.
 
Em wekî Platforma Yekitiya Jinên Kurd; vê platformê pîroz dikin û pişgiriyê didin hemû xebatên wan. Yekitiya ji bo ziman di heman demê de gavek girîng ji bo ku pêşî li helandina ziman bê girtin e. 
 
Hemû cîhan dizane ku ziman bihile netew jî dihile û qîrkina jin, zarok û civakan bi zextên li ser zimanê kurdî pêk tê. 
 
Ji ber vê sedemê Platforma Zimanê Kurdî em bi rûmet pêşwazî dikin. Me wekî Platforma Yekîtiya Jinên Kurd jî di deklarasyona xwe de eşkere kir ku; li dijî zilm û zordariya li ser nasnameya Kurd û jinan û pişaftinê platforma me hat damezrandin. Zimên wek ji stûnên sereke yê nasnameyê dibîne û di vê çarçoveyê de piştgiriyê dide hemû xebatan. 
 
Em careke din Platforma Zimanê Kurdî slav dikin, kesên ku ked daye wan xebatan jî pîroz dikin û çi xebatên ji bo ziman hebe em ê bi dilxweşî û rûmetî tevlê bibin û pêşwazî bikin. Em bangî hemû kurdan dikin ku piştgiriyê bidin xebatên platforma ziman."