ENQERE - Jinên KESK’î, berî 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî, j ibo komxebata “Keda Jin û Îstîhdam” li hev kom dibin.
Jinên endamên Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Çemawerî (KESK), berî 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî li hev kom bûn. Jin dê di 9 û 11’ê Mijdarê de li Navenda Giştî ya Egîtim Senê ji bo komxebata “Keda Jin û Îstîhdam” kom bibin û li ser êrîşên li dijî destkeyftiyên xwe dê, nîqaş bikin.
JI BO ÇALAKIYÊN GIRSEYÎ DÊ DEST BI AMADEKARIYAN BIKIN
Jinên KESK’î dê îsal, bi dirûşmeya “Li dijî Xizantiyê, Tundiyê û Bê ewlekariyê, Têkoşîna Jinan dibe Yek” dest bi amadekariyên 25’ê Mijdarê bikin. Jinên KESK’ê di heman demê de ji niha de xwe ji bo çalakiyên girseyî yên mezin amade dikin.