Jin: Em dê li diyariya Reqqa xwedî derekvin

  • jin
  • 11:49 22 Cotmeh 2017
  • |
img

ÎZMÎR - Piştî QSD'ê Reqqa ji destê DAIŞ'ê azad kir, Endamên YPJ’ê di bin posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de daxuyanî dan û diyar kirin ku ew Reqqa diyarî Jinên Cîhanê û Ocalan dikin. Jinên Îzmirî diyar kirin ku ew dê li vê serkeftina ku diyarî wan hatiye kirin xwedî derkevin. 

Di pêşengiya Hêza Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku YPG û YPJ ji di navde bû Reqqa ji destê DAIŞ'ê hat azadkirin. Piştî Cenga Mezin bi serkeftinê bi encam bû, endamên YPJ'ê serkeftin û azadiya Reqqa bi merasimekê îlan kirin. Bi sedan şervanên endamên Yekîneya Parastina Jinan (YPJ) bi girseyî li qada EL Naîm a DAIŞ'ê wekî "Qada Mirinê" pênase dikir daxuyanî dan û azadiya Reqqa ji hemû cîhanê re ragihandin. YPJ'ê diyar kiribûn ku ew azadiya Reqqa diyarî jinên cîhanê û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dikin. Jinên Îzmirê diyar kirin ku ew vê diyariya wan a serkeftinê  gelek bi wate û girîng dibînin û dê li serkeftina wan xwedî derkevin. 
 
'EM DÊ BI RUHÊ YPJ'Ê LI QADAN BIN' 
 
Welatiya Îzmerê Eda Ballikaya diyar kir ku di şerê DAIŞ'ê de her dem YPJ'ê li pêş şer kir û wiha got: "Têkoşina jinên YPJ'ê hêz da jinên cîhanê. Em dê bi ruhê berxwedanê yên YPJ’ê li kolanan di ber xwe bidin. Wan hêz û moral da me. Em dê bi vê hêz û moralê li kolanan têbikoşin. Em dê li pişt vê serkeftina YPJ'ê bimeşin. Em li dijî zilm û tundiya li ser jinan bêdeng namînin."
 
'SALA 21'AN ŞOREŞA JINÊ YE'
 
Welatiya Jin Tanya Kara jî anî ziman ku Reqqa di Rojhilata Navîn de cihekî pir stratejîk bû û wiha got: "Derxistina DAIŞ'ê ya ji Reqqa serkeftina herî mezin e. DAIŞ li ser vê axê dijminê jinan ê herî mezin bû. Me gelek caran dît ku çawa dest dirêjî jinan dike û wan qetil dike. Diyariya YPJ'ê pir bi wate û giranbuha ye. Serkeftina ku YPJ'ê diyarî me kir, baweriya me bêtir zêde kir. Em bawer dikin ku sedsala 21'an dê bibe sedsala şoreşa jinê. Me ev yek li Rojava dît." 
 
'EM DÊ LI VÊ DIYARIYA SERKEFTINÊ XWEDÎ DERKEVIN' 
 
Welatiya Îzmirî Zerga Ozturk jî destnîşan kir ku Jinan bi têkoşîna xwe Reqqa ji feraset û hişmendiya serdest a mêr rizgar kir û wiha got: "Jinên di refên pêş de şer kirin û Reqqa ji destê DAIŞ'ê azad kirin peyamek gelek mezin dan jinên cîhanê. Em dê li diyariya YPJ’ê xwedî derkevin. Ev diyariyek pir bi wate ye. Vê serkeftinê nîşan da ku tişta jin bi dest nexin tune ye. Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî hişmendiya mêrê serdest dakevin qadan û têbikoşin."
 
'CÎHAN DÊ BI TÊKOŞÎNA JINÊ AZAD BIBE' 
 
Welatiya Îzmirî Gulay Gun Bîlîcî jî anî ziman ku li qada lê dijîn dê bi destê jinan bibe qadên herî xweşik, wekhev, adîl û azad û wiha got: 
Me gava yekem avêt. Em dibêjin dê cîhan bi dest û têkoşîna jinan azad bibe."