Ji girtiyên jin re name şandin

  • jin
  • 14:58 31 Tebax 2018
  • |
img
ÎZMÎR - Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Îzmirê bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê ji jinên girtî re kart şandin. 
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmirê, bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê  ji jinên girtî re name û kart şandin. Jin li hev kom bûn û li Postexaneya Konakê kart şandin. Dayikên Şemiyê û Meclisa Jinan a HDP'ê ji jinên girti re name şandin. Hevseroka HDP'ê ya Îzmirê Semra Uzunok li ber postexaneyê diyar kir ku hemû mafê girtiyan ên azadî û aştiyê ji destê wan hatiye girtin. Uzunok, da zanîn ku bi armanca piştevaniya girtiyan kartan dişînin ji girtiyên jin re.