Jin: Li dijî rêveberiya zordar dakevin Bakirkoyê

  • jin
  • 13:28 30 Tebax 2018
  • |
img
STENBOL - Endamên Meclîsa Jinan a HDP, HDK û SKM'ê bang li her kesî kirin ku tev li mîtînga 1'ê Roja Aştiya Cîhanê ku di 2'ê îlonê de li Qada Bakirkoy pêk bê bibin. Jinan xwest her kes li dijî zordariyê dakevin qada Azadiyê ya Bakirkoyê û li dijî zordariyê dengê berxwedanê bilind bkiin. 
 
 
Endamên Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Meclîsên Jinên a Sosyalîst (SKM) û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), beriya mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê ku di 2'ê Îlonê de li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê pêk bê bang li her kesî kirin ku tev li mîtîngê bibin. Endama Meclîsa HDP'ê Aysun Çeper, diyar kir ku ew dê li dijî zilm û zordariyê di 2'ê Îlonê de li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê mîtînge pêk bînin û xwest her kes li dijî şer, zordarî û tundiyê dakevin qada Azadiyê ya Bakirkoyê. Çeper, bi taybeti xwest jin li dijî kedxwarî û mêtîngeriyê ji bo mafê wekhev û heqê wekhev dakevin qadê û dengê xwe û têkoşîna xwebilind bikin. 
Çeper, da zanîn ku dê saet di 14.00’ê 2'ê Îlonê de li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê mîtîngê pêk bînin û xwest her kes bi reng û dengê xwe tev li mîtîngê bibe. 
 
Endama Meclisa Jinên Sosyalist (SKM) Pinar Turk jî anî ziman ku AKP dixwaze polîtîkayên şer hem li Tirkiye û hem jî li Rojhilata NAvîn belav bike û xwest her kes li dijî vê yekê dengê xwe bilind bikin. 
 
Endama Meclîsa HDK'ê Asli Azim Yagci jî anî ziman ku ew dê daxwazên xwe yên aştiyê bînin ziman û xwest her kes deng bidin dengê wan. Jinan xwest her kes di 2'ê Îlonê de li qada Azadiyê ya Bakirkoyê tev li mitînga Aştiyê bibin.