Jinên Dildar li Dersîmê bang kirin: Ew bişewitînîn jî emê dîsa jîn bikin

  • jin
  • 10:07 22 Tebax 2018
  • |
img
DERSÎM - Li Dersîmê 16 rojin daristan dişewite. Heta niha rêxistinên derdorparêz ên neteweyî û navneteweyî li hemberî şewata Daristanên Dersîmê bêdeng in. Bi hezaran hektar daristan şewitin û bi milyonan sewalên nava daristanê bûn qîjot. Jinên dildar ên hatin Dersîmê û rastî astengiyan hatin, diyar kirin ku ew her çiqas bişewitînin jî ew dê dîsa ji nûve daristanê jîn û şîn bikin. 
 
Li Dersîm û navçeyên wê di encama operasyonên eskerî, bombebaran û topbaranên balafirên şer û helîkoptera de 18 rojin daristan dişewite. Tevî hemû mudaxaleyên welatiyên Dersimê jî şewat nayê vemirandin. Li herêma Geyiksuyu şewat her ku diçe belav dibe. Heta niha bi sedan hektar qede deristanê tev şewitî û bû xwelî. Bi deh hezaran dar şewitîn û belav dibe. Ji ber şewatê bi milyonan kezik, mar û sewalên di nava daristanê de şewitîn. Ekolojîstan diyar kirin ku li herêmê hirç, baraz, rovî, kîso, çûk, sîmorî, pezkovî, kîvroşk, mar, dûpişk, mişk, mêşên hingiv, pinpinîk (pepûle) û gelek cureyên kêzikên din di şewatê demirin. 
 
YEKÎNEYÊN DILDAR TÊN ASTENGKIRIN 
 
Li navçeya Xozarê 18 rojin şewata daristanê didome û belav dibe. Bi hinceta "Herêma Ewlehiyê" destûr nadin welatî mudaxaleyî şewatê bikin. Yekîneyên dildar ên xwestin biçin herêmê û şewatê vemirînin li ser rê rastî astengiyên qereqolê hatin. Yekîneyên dildar ên çûn Dersimê hewl didin ku şewatên li herêma Çemê Balî, Mezraya Balî, Gundê Muşkirekê, Çiyayê Bakirê, û Geliyê Çirtikê şewatê vemirînin û kontrol bikin. Lê ji ber ku hêjmara yekîneyan kêm e û alav û amûrê wan ê temirandinê têr nake nikarin şewata daristanê vemirînin û kontrol bikin. Jinên Dildar ên hatin herêma şewatê û xwestin şewatê vemirînin li qada şewata daristanê bertekên xwe anîn ziman. 
 
'EW HER ÇIQAS BIŞEWITÎNIN EM Ê DÎSA JÎN BIKIN'
 
Xwendekara Zanîngehê Tijda Kiliç, diyar kir ku li dijî çiyayên Dersimê polîtîkayên dijminantiyê tê pêşxistin û wiha got: "Bi rojan e çiyayên me dişewitin. Lê tu kes mudaxale nakin. Dildarên ku dixwazin şewatê vemirînin jî tên astengkirin. Yên me asteng dikin dijminê xweza, ax û darên me ne. Ew her çend bişewitînin jî em dê dîsa jîn û şîn bikin. Ew daristanên me bişewitînin em dîsa biçînin. Armanca wan ewe ku Dersîmê bê mirov bihêlin." 
 
‘MIROVÎBÛN TÊ WINDAKIRIN'
 
Şêniya Gundê Muşkirekê Birgul Zeytin jî anî ziman ku xweza û çiyayên vir çavkaniya jiyana mirovan e û wiha got: "Fêdeya vê şewatê li tu kesî nabe. Zerara wê heye û fêdeya wê tune ye. Her sal dakistanên li Dersîmê dişewitînin. Şewata li hemberî xwezaya me bi salan e didome. Em çiqas li xwezaya xwe xwedî derkevin em dê hewldanên wan vala derxin. Divê hemû xweza û derdorparêz dengê xwe bilind bikin û li xwezayê xwedî derkevin." 
 
'BILA WALÎ WERE LI VIR LÊKOLÎN BIKE'
 
Jina dildar Nilufer Akdag jî anî ziman ku dewlet bi zanebûn daristanê dişewitîne û wiha got: "Walî diyar dike ku li Dersîmê şewata daristanan tune ye. Wê demê bilma walî bê li vir binere. Em bang li walî dikin ku bê li vir lêkolîn bike. Şewat heye tune bila li vir bi çavê xwe bibîne. Piştî hat vir bila daxuyaniyê bide." 
 
'JINÊN JI XWEZAYÊ HEZ DIKIN BILA MUDAXALE BIKIN'
 
Akdag, anî ziman ku hemû dar û sewalên di nava daristanê de dişewitin û tên qetilkirin. Akdag, bang li hemû dildaran kir û xwest hemû kesên ji xweza û derdorê hez dikin mudaxaleyî şewata daristanê bikin.
 
MA / Semra Turan