Rêxistinên jinan: Mafên ku me bi dest xistin di talûkeyê de ne

  • jin
  • 09:10 12 Tebax 2018
  • |
img
 
 
STENBOL – Nûnerên rêxistinên jinan destnîşan kirin ku mafên ku jinan bi dest xistine û bi peymanên netewî û navnetewî hatine mîsogerkirin di talûkeyê de n, lê belê ew ê qet dev ji mafên xwe û têkoşîna xwe bernedin. 
 
Çend roj berê 152 saziyên jinan bi sernavê "Em ê dev ji mafên xwe û têkoşîna xwe bernedin" daxuyaniyeke hevpar dan. Nûnerên rêxistinên jinan destnîşan kirin ku mafên ku jinan bi dest xistine û bi peymanên netewî û navnetewî hatine mîsogerkirin di talûkeyê de n, lê belê ew ê qet dev ji mafên xwe û têkoşîna xwe bernedin. 
 
‘ÇAV BERDIDIN MAFÊN ME YÊN QANÛNÎ' 
 
Endama Piştevaniya Jinê ya Kirkyamayê Tulay Korkûtan, destnîşan kir ku li cîhanê û Tirkiyeyê bi sedan sal e têkoşîna jinan a ji bo wekhevî û azadiyê dewam kiriye û di dawiya vê têkoşînê jinan hin maf bi dest xistine, lê belê niha çav berdana van mafên wan ên herî sereke jî. Korkûtan, bilêv kir ku bi hin sererastkirinên AKP'ê û hin kampanyayên di bin navê civaka sivîl de êrîş li mafên jinan tên kirin û got: "Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakiyî bi Wezaareta Xebatê ve girêdan. Platforma Malbatê ku kampanyeyeke îktîdarê ya li derve ye, niha hewl dide Qanûna Jmare 6284'an a Parastina Malbatan û Rêgirtina Şideta li Hemberî Jinê betal bike. Bi vê yekê tê xwestin ku mafê mîrasê yê jinê ji dest bigirin, berdana mêr hêsantir bikin û jina ku bixwaze dev ji hevjînê xwe berde ji vê biryarê dûr bixînin û parastina dewletê ya li hemberî şidetê bi şertê belgeyê ve girêbidin. Her wiha rêxistinên jinan ên ku li hemberî van daxwazan wekî asteng tên dîtin hedef nîşan didin." 
 
Korkûtan, destnîşan kir ku ew ê li dijî polîtîkayên AKP'ê yên dijminahiya jinan dikin derkevin û metna ku 152 rêxistinên jinan bi hev re îmze kiriye hêzê dide jinan. 
 
‘JIN TÊN TEHDÎTKIRIN' 
 
Seroka Tora Piştevaniyê ya Civakiyî (SODA) Çîgdem Aydin jî, anî ziman ku destekftiyên jinan di talûkeyê de ne û ligel desteserkirina destjeftiyan şideta li ser jinê jî wekî tiştekî normal tê nîşandan. Aydin, diyar kir ku ev yek tê wateya tunekirin nêvenga aştî û wekheviyê û got: "Di pêvajiya guherandina pergal û rejîmê de rêxistinên jinan hatin girtin, bi KHK'yan jinên akademîsyen ji kar hatin avêtin û bi Rewşa Awarte re hat xwestin ku dengê me bitepisînin. A rast ev hîsiyateke nebaş li me peyda kir. Em tevgera jinan ji zûv de hay ji pirsgirêkên jinan hene û li ser wan hûr dibin û ji bo çareserkirinê jî pêşniyazên xwe diyar dikin. Her wiha me ev hemû bi pêkhateyên xwe yên siyasî re jî parve kirin." 
 
DÊ TÊKOŞÎN BERDEWAM BIKE 
 
Aydin, destnîşan kir ku jin hînî pêvajoyên zehmet bûne û wekî ku di metnê de jî diyar kirine ku dê têkoşîan wan dewam bike û ew ê tim ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan bixebitin. 
 
‘BI MILYONAN KES JI BO MAFÊN JINAN TÊDIKOŞIN' 
 
Endama Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin (KCDP) Ayşen Ece Kavas jî, diyar kir ku di sala 2012'an de piştî îmzekirina Peymana Stenbolê Qanûna Jimare 6284'an a Parastina Malbatê û Rêgirtina Li Ber Şideta Jinê hatiye qebûlkirin û di qebûlkirina vê yekê de tevgera jinan a Tirkiyeyê roleke girîng lîstiye. Kavas, destnîşan kir ku eger ev qanûn bê sepandin dê bi awayekî zêde rê li ber cinayetên jinan bê girtin û got: "Kesên îtiraza Qanûna Jimare 6284'an dikin ji mafên jinan nerihet dibin. Çend kes hene bi wêrekî vê yekê tînin ziman. Herkes jî dibîne ku bi milyonan kes ji bo mafên jinan têdikoşin. Daxuyaniya hevpar a 152 rêxistinên jinan jî nîşaneya vê yekê ye." 
 
Kavas, diyar kir ku ji bo biryara parastinê û sepandina vê biryarê her roj jin li qan digerin û ji jin li hemberî şidetê bên parastin û mafên xwe bi dest bixin û sûdê ji qanûna jimare 6184'an bigirin ew ê bitêkoşin. Kavas, bi bîr xist ku Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakê bi Wezareta Xebatê ve hatiye girêdan û dev yek nîşan dide ku dê di vê serdemê de li hemberî mafên jinan xwe li nedîtinê deynin. Kavas got: "Lê belê em ê nehêlin ku ev yek bê kirin. Ji bo wezaret û meclîs di leha jinan de tev bigere em bitêkoşin." 
 
MA / Necla Demir