Meclîsa Jinan a DÎK’ê: Bêdengbûn hevkariye

  • jin
  • 12:33 3 Tebax 2018
  • |
img
AMED - Meclîsa Jinan a DÎK’ê, di salvegera Komkujiya Şengalê de daxuyanî da û got: “Em kesên li dijî komkujiya jin û gelên Êzidî bêdeng man û bûn hevkarên vê zilmê şermezar dikin.”
 
Meclîsa Jinan a Kongreay Îslama Demokratîk (DÎK), bi boneya 4’emîn salvegera Komkujiya Şengalê ya di 3’ê Tebaxa 2014’an de ji aliyê DAIŞ’ê ve pêk hat, daxuyaniyek nivîskî weşand.
 
'BÊDENGBÛN HEVKARIYÊ’
 
Di dawiyaniya Meclîsa Jinan a DÎK’ê de wiha hat got: “Hemû perestgeh û îbadetgehên Êzidiyan hilweşandin. Ji 5 hezarî zêdetir Êzidî, ji ber bawerî û nasnameyên xwe hatin qetilkirin. Hîna jî nêzî 10 hezar jin û zarok dîlgirtîne. Gelê Êzidî yên ji ber qirkirinê reveiyan, bi rojan tî û birçî man. Li ser rêyan ji zarokan bigirin heya kal û pîran jiyana xwe ji dest dan. Hîna jî  di destê DAIŞ’ê de 3 hezar jinên Êzidî hene. Komkujî li ber çavê cîhanê pêk hat. Hemû kes bêdeng man. Bêdengiya li dijî komkujiyê hevkariye. Em kesên ev zilm pêk anîn, ên li hemberî vê zilmê bêdeng man û hevkarên vê zilmê şermezar dikin. Li ku devera cîhanê dibe bila bibe, ji kîjan bawerî, nasname, ziman û nijadê dibe bila bibe em têkoşîna hemû jinan silav dikin û êşa jinên Êzidî parve dikin.”