'Gava mijar dibe jin ked xuya nake'

  • jin
  • 11:05 19 Cotmeh 2017
  • |
img

RIHA  - Naîde Uçar ku 20 sal in di zeviya Hinaran dixebite, diyar kir ku ji ber giraniya kar li pişt û stuyê wê fitiq peyda bûye, lê belê tevî vê yekê jî keda jinê nayê dîtin. 

Naîde Uçar a 48 salî berî 20 salan li Taxa Alîgor a navçeya Pirsûsa Rihayê  30 donim erd ji xwe re kirê kir. Uçar, hevjîn û kurê wê bi vî karî debara mala xwe dikin. Uçar, diyar kir ku ji dema hinar dibişkivin heta dema firotinê ew pêre eleqedar dibin û wiha axivî: “Lê em bi buhayekî pir kêm difiroşin. Ev me ditengijîne."
 
'ÊŞ Û AZARA KAR JI ME RE DIMÎNE'
 
Uçar, da zanîn ku keda destê jinan di tu qadan de nayê dîtin û wiha got: “20 sal in saet di 07.00'an de şiyar dibim û heya saet 12.00'ê şevê dixebitim. Bi salane li vê zeviyê mêze dikim. Ji bo darên wan baş şîn bibin, lê mêze dikim. Karê min pir zor e. Fitiqa pişt û stûyê bi min re çêbû. Hinarên ku kom dikim, dixim erebeya destan û hildigirim. Karek giran e. Ji ber êşa canê xwe bi şev ranazim. Mîna berê buhayê hinaran ne giran e. Ji dahata ku tê tenê ji sedî 30 em werdigirin. Lê em bi mehan li nav zeviyê dixebitin.”   
 
QEZENCA XWE RADIZÎNIN NEXWEŞXANEYÊ 
 
Uçar, dest nîşan kir ku ew hinarên kom dikin, bi navbeynkariya komîsyonan bi 50 qirûşan difiroşin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gava komîsyon navbeynkariyê dikin buha dikeve. Lê dema em bixwe difiroşin bi 1 TL an jî 1.50 TL an em difiroşin. Di dawiya sezonê de em pereyên xwe digirin. Mixabin ew jî têra tendirustiya min û hevjînê min nake. Nexweşîna şekir li me peyda bûye û her wiha bi min re nexweşîna fitiqê jî dest pê kiriye.”