Li dijî Fast foodlarê 'Xwarinpêja Sevgî Saadet'

  • jin
  • 09:18 18 Cotmeh 2017
  • |
img
DÎLOK - Du jinên binavê Sevgî Yilmaz  û Saadet Kaya, li dijî têgîna “Jin nikarin bikin” , “Xwarinpêja Sevgî Saadet” vekirin û bi tehmxweşiya destên xwe hewl didin fast Foodlarên li bajêr ji holê rabikin.
 
Sevgî Yilmaz û Saadet Kaya, aşxaneya ku bi salane xeyal dikin, li Bazara Gund a Xezayî ya Taxa Guneykent a navçeya Şahînbey a Dîlokê vekirin. Kaya û Yilmaz hem heval û hem jî xizmên hevin. Yilmaz û Kaya, diyar dikin ku ji bo têgîna “Jin nikarin bikin” bişkîn in ev kar avakirin. Yilmaza, da zanîn ku ji ber tehmxweşiya destên wan, kesên derdorê tim ji wan re digot aşxaneyekê vekin û wiha axivî: “Çawan ku zilam dikarin bikin, em jin jî dikarin a herî baş bikin û baweriya min vê yekê tê.” 
 
‘TÊKÎNA JIN NIKARIN BIKIN EM Ê BIŞIKÎNIN’
 
Dayika 3 zarokan Yilmaz a 44 salî, anî ziman ku tim xeyal dikir ku aşxaneyekê veke û wiha got: “Bi zewqek mezin xarinê çêdikim. Baweriya min bi tehmxweşiya destên min tê. Li Dîlokê dixwazim bibim yek ji hostên deng vedayî. Ji min re gotin tu jî dikarî bibî yek ji van. Raste ma çi ferq dinavbera me de heye. Din ava civakê de têgîna ‘Jin nikarin bikin’ heye. Ji bo ez vê yekê bişikînin min dest vî karî kir. Min bi rêheval, cîran û xizma xwe Saadet Kaya re 'Xwarinpêja Sevgî Saadet' avakir.”  
 
ROJÊ 7 AWAYÊN XARINÊ ÇÊDIKIN  
 
Yilmaz, da zanîn ku ev 3 hefteye aşpêş vekirine û wiha bilêv kir: “Welatî hez ji paqijiyê dikin. Me navê min û hevala xwe li xwarinpêjiya xwe kir. Di nava rojê de em 7 awayên xwarinan dipijîn in. Li kêleka van xwarinan em her roj xwarinên bi av jî dipijîn in.” 
 
‘GER JIN BIXWAZIN DIKARIN SERBIXIN’
 
Saadet Kaya jî, diyar  kir ku wê ji berê de jî dixwest aşxaneyekê veke û wiha got: “Min nedizanî Sevgî jî dixwaze karek wiha bike. Ev xeyalê min ê bi salane. Rojekê vekirina aşxaneyê bû mijara sohbetên me û me cihê karê xwe vekir. Niha em pir keyfxweşin. Ger jin bixwazin dikarin hemû tiştî biser bixin.”