TJA: Gefa li Pervînê hat xwarin, li hemû jinan hatiye xwarin

  • jin
  • 14:46 1 Tîrmeh 2018
  • |
img
AMED - Tevgera Jinên Azad (TJA) li dijî gefa ku Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu li Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buladan xwar, li avahiya HDP'ê ya Amedê daxuyanî da û helwesta Soylu şermezar kir. TJA da zanîn ku gefa li Pervîn Buldan hatiye xwarin li hemû jinan hatiye xwarin. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), li dijî gefa Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu ku bi telefonê li Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan xwar li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civinê de endam û aktîvîstên TJA, rêveberên jin yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) amade bûn. TJA'yê di civinê de êrîşên Suleyaman Soylu yên bi telefonê li dijî Pervîn Bûldan şermezar kirin û diyar kirin di şexsê Buldan de li dijî hemû jinan gef hatiye xwarin. Li ser navê TJA'yê Heveroka DBP’ê ya Amedê Naşîde Toprak daxuyanî xwend û got: "Bi talankirina xwezayê û bi gef û êrîşên faşîzane dixwazin pêvajoya rejîma yek mêr î dirêj bikin. Bi van polîtîqayan hikûmeta AKP’ê dît ku nikare welat bi rê ve bibe û ji bo vê jî  hilbijatina pêşwext pêk anîn. AKP - MHP'ê bi vê helwesta xwe di serî de HDP xwestin ku hemû aliyên muxalîf bê andor bikin.”    
 
'PERVÎN BULDAN NÛNERA HEMÛ JİNAN E'  
 
 Naşîde Toprka, herî dawî anî ziman ku bi gef û ûslûbên xirab ev siyaset pirsgirêkên civakî çareser nake û wiha bi dawî kir: "Bi vê rêbazê nikarin faşîzmê heta dawiyê bide berdewamkirin. Ev gef tê wateya tirsê, bêçarebûnê û tolhildanê. Rêhevalê Pervîn Buldan, Savaş Buldan bi talimata Tansu Çîller hat winda kirin. Pervîn wê demê netirsiya û serî netewand. Pervîn Buldan îradeya hemû gelanên Tirkiyeyê û temsîliyeta jinên kurd e. ji ber vê ev êrîşa ku li pervîn hat kirin li dijî me hemû jinan hatiye kirin em vê êrîşê bi tundî şermezar dikin."