JIN TV heyecaneke mezin li jinan peyda kir

  • jin
  • 09:01 1 Tîrmeh 2018
  • |
img
DERSIM - Jinên dersimî, diyar kirin ku ew di JIN TV'yê de ne weşangeriyeke ku bindestiya hevcinsên wan vedibêje, ew weşaneke ku serketina hevcinsên wan vedibêje dixwazin. 
 
Piştî televîzyona jinan JIN TV dest bi weşana xwe kir, heyecanek li jinên dersimî peyda bû. Jinan anî ziman ku ew bawer dikin dê JIN TV tenê ne li Tirkiyeyê li tevahiya cîhanê bibe dengê jinan. 
 
Seda Bûl ku li bajêr esnaf e, ji JIN TV'yê re serkeftin xwest û diyar kir ku ji ber ku JIN TV bûye dengê jinan dê ev yek bandoreke mezin bide der. Bûl got: "Ji bo ragihandina dengê me jinan, tiştekî girîng e. Loma ji bo me pir taybet e. Divê em jin nûçeyên jinan pêşî ji JIN TV'yê re bişînin. Bi ya min dê tekane qenal be ku jin bi awayekî rihet xwe bînin ziman. Ji bo kedkarên JIN TV'yê re serkeftinê dixwazim. Ji ber ku dê bibin dengê me, em spasiya wan dikin." 
 
JIN DIXWAZIN DI JIN TV'YÊ DE ÇI BIBÎNIN?'
 
Xebatkara kafeyê Nazlican, anî ziman ku bi vekirina JIN TV'yê heyeceneke mezin li wan peyda bûye û ji bo dengê jinan bilintir bibe tiştekî girîng e. Gul, destnîşan kir ku ew dixwazin di ekranên JIN TV'yê de belgefîlmên derbarê jinan, divê bernameyên ku ji bo çi feraseta mêrî jinan piştguh dike û nemaze jî bernameyên derbarê jinên ku pêşengya civakê dikin bên çêkirin. Gul got: "Bi ya min dê JIN TV dengekî mezin bide. Wisa bawer dikim ku dê bandoreke erênî li serwextkirina civakê bike." 
 
‘JI BO KESÊN JINAN TUNE DIHESIBÎNIN BERSIVEK E' 
 
Xwendekar Dîlan Gulayatay, diyar kir ku di serdemeke ku jin tên qetilkirin û li ser jinan çewisandin zêde hene de vekirina JIN TV'yê watedar e û got: "Çimkî li Tirkiyeyê dema mirov jin be bi tenas serê xwe pirsgirêkek e. Di pêvajoyeke wisa de vekirina wê tam îsabet çêbû. Ji bo kesên ku jinan tune dihesibînin bersiveke baş e. Loma em di ekranên JIN TV'yê de dixwazin tiştên afirşner temaşe bikin. Mînak, çapemenî tim bindestiya jinê tîne ser ekranan, lê dixwazin JIN TV ne bindestiya jinê, lê serketina jinê bîne ser ekranê xwe. Divê bê nîşandan ku jinên di şert û mercên zehmet de çawa jiyanê ava dikin û bila ev civak hêza jinê bibîne." 
 
'EZ Ê BI KÊFXWEŞÎ TEMAŞE BIKIM' 
 
Fatîma Guneş jî, diyar kir ku ji ber JIN TV vebûye ew kêfxweş e û her wiha ji ber ku qenal pirzimaniyê, pirçandiyê esas digire ew bêtir kêfxwe bûye. Guneş got: "Dê jin bi rihetî xwe bînin ziman. Dixwazim weşangeriyeke li gorî rolên zayenda civakiyî bike. Wisa bawer dikim ku dê tesîreke erênî bide der." Guneş bilêv kir ku ew ê bi kêfxweşî JIN TV'yê temaşe bike. 
 
MA / Semra Turan