Polîsan li ber meclîsê êrîşî jinan kirin û gelek jin binçav kirin

  • jin
  • 12:56 17 Cotmeh 2017
  • |
img

ENQERE - Jinên bi armanca pêşnûmaya zagona ku erka mahrê dide muhtiyan şermezar bikin, li pêş meclîsê kom bûn, rastî êrîşa polîsan hatin. Polîsan piştî êrîşî çalakiya jinan kir, gelek jin binçavkirin. 

Endamên Platforma Jinan a Enqereyê bi armanca pêşnûmaya zagona ku erka mahrê dide muhtiyan şermezar bikin, li pêş deriyê meclîsê yê Dîkmen kom bûn û xwestin daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Jinan silogana "Ev zagon wisa derbas nabin, jin destûr nadin" berz kirin û xwestin daxuyaniyê bidin. Polîsan jin asteng kirin û destûr neda daxuyaniyê bidin. Li ser vê yekê di navbera polîs û jinan re dageşî derket. Piştî rageşiyê polîsan mudaxaleyî jinan kir û gelek jin binçavkirin. Jinan bertek nîşanî êrîşa polîsan dan û gotin: “Em bêdeng nabin, em natirsin û em dê serî netewînin" û bertekên xwe anîn ziman.