Qeyûmî zilamek li Koordînatoriya Midûriyeta Jinan tayîn kir

  • jin
  • 11:30 21 Mijdar 2024
  • |
img
ÊLIH - Qeyûmê Şaredariya Êlihê Ekrem Canalp, psîkolog Recep Taşkin weke Koordînatorê Midûriyeta Jinan tayîn kir. 
 
Wezareta Karên Hundir a dewleta tirk di 4’ê mijdarê de qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Xelfetî ya Rihayê tayîn kir. Qeyûmê Şaredariya Êlihê Ekrem Canalp, di Midûriyeta Jin û Xizmetên Malbatê ya Şaredariyê de guhertin kir. Qeyûm Canalp, Esen Tunç li şûna Bêrîvan Bariş Farisogûllari ku di serdema DEM Partiyê de midûr bû, tayîn kir. Her wiha psîkolog Recep Taşkin jî weke Koordînatorê Midûriyeta Jinan peywirdar kir. 
 
Sê jinên li midûriyetê dixebitîn jî li Midûriyeta Av û Kanalîzasyonê (BASKÎ) û Midûriyeta Karên Paqijiyê ya Şaredariyê weke xebatkarên paqijiyê peywirdar kir. 
 
Waliyê bajar ê berê Hulusî Şahîn jî ku di 23’yê adara 2020’ê de weke qeyûm hatibû tayînkirin, Eldar Îbrahîm li Atolyeya Hêviyê û Midûriyeta Jinan û Xizmetên Malbatê ya di bin sîwana Navenda Şêwirmendiya Jinê ya Selîsê tayîn kiribû.