Çalakiyên 25’ê Mijdarê: Banga tevlibûna meşa Taksîmê hate kirin

  • jin
  • 16:22 20 Mijdar 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiyên bi boneya 25’ê Mijdarê didomin. Jinên li Stenbolê rê girtin, ji bo tevlibûna meşa Taksîmê bang kirin.  

Serokatiya Daîreya Jin û Xizmetên Malbatê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi hevkariya şaredariyên navçeyan, bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî û bi dirûşma “Gotina me xelas nebûye, em ê bi hev re tundiyê bisekinînin” kampanya dabû destpêkirin. Kampanya, dê salekê bidome. Çalakiyên di çarçoveya kampanyayê de berdewam in. Di çarçoveya kampanyayê de îro di wesayîtên komelî de broşur hatin belavkirin û bal kişandin ser tundiya li dijî jinê. Hevşaredara Bajarê Nû Safiye Akdag û endamên Meclisa Şaredariyê jî tev li xebatê bûn. 
 
Li ser broşuran agahiyên têkildarî navendên jinan ên şaredariyan û dirûşma kampanyayê hebû. Di xebatê de banga pêşîlêgirtina tundiya li dijî jinan hate kirin. Hat destnîşankirin ku tu hincetên tundiya li dijî jinê tune ne û wiha hate gotin: “Tundiya li dijî jinan sûc e. Nebin şirîkê vî sûcî, em bêdeng nemînin. Ji bo pêşîlêgirtina tundiyê em bi hev re têbikoşin.” 
 
Hinek rêwiyên di otobûsan de jî bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” piştgirî dan xebatê. 
 
STENBOL
 
Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê jî Cadeya Halaskargazî ya li navçeya Şîşlî ya Stenbolê ji trafîkê re girt.  Jinan, pankarta “Têkoşîna me ji bo me ye, em dixwazin wekhev û azad bijîn” hilgirtin. Jinan, dirûşmên “Bijî piştevaniya jinan”, “Jin, jiyan, azadî” û “Em bêdeng namînin, natirsin û îtaet nakin” berz kirin. 
 
Di çalakiyê de bang hate kirin ku her kes di 25’ê Mijdarê de tev li meşa li Taksîmê bibe. Çalakî bi meşê hat bidawîkirin. 
 
MÊRDÎN  
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) jî bi boneya 25’ê Mijdarê li Mêrdînê şitil danî. Çalakî li gundê Kelekê yê navçeya Şemrexê hate lidarxistin ku di 21’ê hezîranê de 15 kesan lê jiyana xwe ji dest dabûn. Gelek jin tev li çalakiyê bûn. 
 
Berdevka TJA’yê ya Mêrdînê Hatîce Oncu di çalakiyê de axivî û wiha bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan: “Hêza çareseriyê îro li Girtîgeha Girava îmraliyê di tecrîdê de ye. Em ê di 25’ê Mijdarê de ji bo şikandina tecrîdê hemû kolan û taxan veguherînin qadên çalakiyê.” 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş jî bal kişand ser 20’ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê û got ku zarokên kurd hêj niha jî nikarin mafên xwe bi kar bînin. Piştî axaftinan, ji bo jin û zarokên hatine qetilkirin şitil hatin danîn. 
 
ŞIRNEX
 
Aktîvîstên TJA’yê xebatên xwe yên li Şirnexê jî didomînin. Di vê çarçoveyê de li navenda Şirnexê û li navçeyên wê yên Silopiya, Hezex û Cizîrê têkildarî tundiya li dijî jinan xebat hatin meşandin.