Bernameya 25’ê Mijdarê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere bû

  • jin
  • 13:45 10 Mijdar 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Rêxistin û Tevgerên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bernameya xwe ya çalakî û xwepêşandanên 25’ê Mijdarê eşkere kirin. 

Platforma Rêxistin û Tevgerên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê bernameya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî aşkere kir. Daxuyanî li Parka 4'ê Nîsanê ya li bajarê Hesekê bi amadebûna nûnerên rêxistin û tevgerên jinan ên li herêmê hate dayîn. Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Buşra Mihemed bi zimanê erebî, berdevka Kongra Star Rîhan Loqo bi zimanê Kurdî û rêvebera Yekitiya Jinên Suryan Sofiya Yûsif bi zimanê suryanî daxuyanî xwendin.
 
‘EM Ê ARMANCA AZADIYÊ YA ŞEHÎDAN BI CIH BÎNIN’
 
Rîhan Loqo di daxuyaniyê de bal kişand ser azadiya jinan û wiha got: “Bi ruhê berxwedana serdemê û bi rihê berxwedana jinan em 25'ê Mijdarê pêşwazî dikin. Têkoşîna me ya jina azad ji dîroka kevnar ve heya roja îro bê navber didome. Ji Rosa Luxsemburg, heya Sakîna Cansiz, ji Rîhan Şiwêş heya Asya Alî, ji  Yûsra Derwîş heya Zelal Zagros, ji Gulîstan heya Hêro, ji Sorxwîn Dêrsim heya Şamîram Xabûr têkoşîn  berdewam dike. Di şexsê rêhevalên me yên dozê de em hemû şehîdan bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê hesret û armanca wan a azadiyê bi cîh bînin."
 
Di daxuyaniyê de berxwedana Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, berxwedana jinên di girtinên Tirkiye, bakurê Kurdistanê, Îran û rojhilatê Kurdistanê hat silavkirin û wiha domiya: “Em ê şopdarên dengê rastiya zindana bin, em ê bi rihê vê berxwedanê ji sîstema desthildaran re bêjin na û hezar carî na."
 
‘PERGALA MÊRSERDEST HER KU QELS DIBE QIRKIRINA ZÊDETIR DIKE’
 
Bi domdarî îşaret bi vê yekê hate kirin ku pergala mêrserdest û ya modernîteya kapîtalîzmê her çendin zeyîf dibin ewqasî qirkirinên xwe didin ferzkirin û krîzan çêdikin. Daxuyanî, wiha domiya: “Di encama siyasetên pergala modernîteya kapîtalîst de qetilîam zêde bûne, aloziyên jiyanî, kuştin, koçberî, nexweşiyên civakî, tundî, bazirganiya bi jinan, dîsa destdirêjiya li zarokan û standina azadî û mafên rewa zêdetir bûne. Bi hincetên zayendî, olî û neteweyî jinan bi rêbazên herî tund qetil dikin."
 
ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK
 
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser êrişên dewleta tirk û wiha hate gotin: “Komkujiyên xeternak, dagirkerî û koçberkirin in ku dewleta tirk a dagirker li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî jin zarokan û tevahî gelan pêk tîne, mînaka her ber bi çav e. Dewleta tirk ku hewl dide projeya demokratîk û ewlehiya herêmê têk bibe, kesayetên siyasî yên welatparêz wekî siyasetmedar Hevrîn Xelef ên ku roleke sereke di şoreşa jinan û têkbirina rêxistina terorîst a DAIŞ'ê de lîstine dike hedef. Lê em dibînin ku hesab ji kujerên jinan nayê pirsîn û adalet û aştî pêk nayên."
 
Di daxuyaniyê de siyasetên dijminane, dagirkerî û bêdengiya hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan a li hember pêkanînên dewleta tirk hate şermezarkirin.
 
LI DIJÎ TUNDIYÊ BANGA PÊŞXISTINA XWEPARASTINÊ
 
Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû tevgerên jinên li Sûriye û Rojhilata Navîn hate kirin ku hemberî hişmendiya ku şidetê dimeşîne, xweparastin û zanistiyê pêş bixin. Her wiha bang li hemû jinên azadîxwaz ên cîhanê hate kirin: “Em hêza xwe bikin yek û bi felsefeya Jin Jiyan Azadî xwebiparêze û hêza xwe ya parastina jin pêş bixin."
 
Li gorî daxuyaniyê dê bernameya çalakiyên 25'ê Mijdarê di navbera 10-25’ê Mijdarê de bi dirûşma “Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî xwe biparêze" bê lidarxistin. 
 
BERNAMEYA ÇALAKIYAN
 
Bernameya çalakiyên 25'ê Mijdarê wiha ye:
 
* Li gund û bajarokan wê semînerên danasîna girîngiya Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan a Navneteweyî werin dayîn.
 
* Wê li bajaran civînên girseyî werin lidarxistin û senevîzyon li ser tundiya li ser jinan werin pêşandan.
 
* Wê li tevahî kantonan belavok werin belavkirin.
 
* Li bajaran wê di nava 3 rojan de perwerde li ser qanûna malbatê, zayendparêzî û hevjiyana azad ji mêran re werin dayîn.
 
* 25'ê Mijdarê wê li ser asta kantonan meşên girseyî werin lidarxistin.
 
* Bi beşdariya şandeyek ji Almanyayê wê atolyayek li ser qetilkirina jinan were lidarxistin.
 
* 24'ê Mijdarê wê bi armanca bidawîkirina tundiya li ser jinan kampanyayeke hashtagê li ser medyayên dîjîtal were destpêkirin.
 
* Wê mal werin ziyaretkirin, rewşa jinan were şopandin û Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan a Navneteweyî were nîqaşkirin.
 
* Li tevahî kantonan wê şanoyek ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan ve were pêşkêşkirin.
 
* Wê der barê cureyên tundiya li ser jinan de panel û komxebat werin lidarxistin.
 
* Her tevgereke û rêxistineke jinan jî wê li gorî bernameya xwe ya taybet çalakiyan li dar bixin.