Jinan banga têkoşîna hevpar kirin: Qeyûm êrişa li hember vîna jinê ye

  • jin
  • 09:22 8 Mijdar 2024
  • |

STENBOL - Nûnerên saziyên jinan diyar kirin ku tayînkirina qeyûman êrişa li dijî vîn û mafên jinan e û banga têkoşîna hevpar a li dijî qeyûman û rawestandina jiyanê kirin.

Piştî girtina Ahmet Ozerê ku bi Lihevkirina Bajêr ji CHP'ê wekî Şaredarê Esenyûrtê hat hilbijartin, qeyûm tayinî şaredariya Mêrdîn, Êlih û Xelfetî ya Rihayê jî hatin kirin. Çalakiyên li dijî tayinkirina qeyûman li gelek bajaran didomin. Nûnerên rêxistinên jinan ên femînîst ên ku demek berê ji bo piştevaniyê çûn Êlihê, li dijî qeyûman banga têkoşîna hevpar kirin. 
 
POLTÎKAYÊN QEYÛMAN ÊN LI DIJÎ JINAN
 
 
Endama Tora Parastina Jinê Ceren Barişê bi bîr xist ku piştî hilbijartinên herêmî cara ewil qeyûm li Wanê hat ferzkirin, lê belê bi berxwedana gel ev yek hat astengkirin. Ceren Barişê anî ziman ku qeyûm tê wateya desteserkirina îradeya jinan û gelê kurd û wiha got: "Em pêkanînên şaredariyên ku qeyûm lê tên tayînkirin dizanin. Em dizanin ku jin dikarin li şaredariyan mekanîzmayên serlêdan-piştgiriyê û mekanîzmayên parastin-pêşgiriyê bimeşînin. Lê desthilata mêr bi salan e li dijî vê yekê bi siyaseta qeyûman şer dike. Mekanîzmaya êrişan û şer heye. Lê belê gelê kurd, rêveberiyên herêmî û jinan her tim li dijî siyaseta qeyûman têdikoşin."
 
'DIXWAZIN VÎNA JINAN XESP BIKIN'
 
Barişê destnîşan kir ku jinan nîşan daye ku divê şaredarîvanî çawa bê kirin û bi kedeke mezin li van qadan bi ser ketine. Barişê bal kişand ku şaredarên jin ji bo jinan karên pir girîng dikin û wiha got: "Ji bo jinên ku nikarin xwe bigihînin çûnûhatinê, pêkanînên Jinkartê tên kirin. Mekanîzmayên piştgiriyê bi awayekî ku jin li hev kom bibin û çalakiyan li dar bixin, hatin organîzekirin. Îradeya ku tê desteserkirin îradeya jinan û gel e, lê em ê tu carî paş de gav neavêjin." 
 
TÊKOŞÎNA HEVPAR
 
Barişê bi bîr xist ku komeke femînîst çûne Êlihê û piştgirî dane Gulîstan Sonukê û hevşaredarên jin. Barişê anî ziman ku ew ê li dijî polîtîkayên tundiyê têkoşîna xwe bidomînin û got: "Desthilateke ku bala wê tim li ser tundî û şer heye. Jixwe desthilata AKP-MHP'ê bi salan ev yek bi hemû amûrên xwe nîşan daye, lê têkoşîna li hemberî vê yekê her tim bi biratiya gelan û serketina jinan pêk hatiye. Me jinan piştî hilbijartinan jî nîşan da ku em dest ji destkeftiyên jinan û gelan bernadin û me li dijî siyaseta qeyûman têkoşîna xwe domand û em ê bidomînin."
 
'QEYÛM ÊRIŞA LI SER DESTKEFTIYÊN JINAN E'
 
 
Ji Komeleya Kirkyama Kubra Derînê jî diyar kir ku tayînkirina qeyûman di salvegera darbeya siyasî ya 4'ê Mijdarê de pêk hatiye û got ku desthilat dixwaze bi bêhiqûqî û rantê rejîma qeyûman bidomîne. Derînê diyar kir ku destûrê nadin desteserkirina îradeyê û paşvexistina destkeftiyên jinan û wiha dewam kir: "Em wekî jin destûrê nadin qeyûman, em vê rejîmê nas nakin. Li şaredariyên ku DEM Partî tê de ye û pergala hevserokatiyê lê hene, jin tên xebitandin, ji bo jinan stargeh tên vekirin. Lê qeyûm êrişa li ser destkeftiyên jinan û gelan e."
 
Derînê bilêv kir ku qeyûmê tayînî Esenyûrtê hatiye kirin jî encama feraseteke bi heman rengî ye û wiha dewam kir: "Li şûna şaredarên ku hatine hilbijartin, waliyên tayînkirî tên wezîferdarkirin. Em vê qebûl nakin. Rêveberiyên herêmî girîng in. Divê em li dijî ferseta ku siyaseta qeyûmtiyê didomîne jiyanê rawestînin. Divê em bi hev re li dijî polîtîkayên qeyûman, rantxuran û talankeran têkoşînê bilind bikin. Em li cem Gulistan Sonukê ne." 
 
MA / Yeşîm Tukel