ENQERE - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît a Komîsyona Lêkolînê ya Meclisê ya têkildarî têkoşîna tundiya li ser jinan hate avakirin weke destkeftiyeke jinan nirxand, wiha got: “Divê em serkeftina bi hev re bikin armanc.”
Koma Meclisê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi armanca ku tundiya li ser jinan were lêkolînkirin di 9’ê cotmehê de pêşniyazpirsa lêkolînê dabû û ev ji aliyê komên AKP’ê û MHP’ê ve nehatibû qebûlkirin. Lijneya Şewrê ya ku hemû partiyên li Meclisê di nav de cih digirtin di 10’ê cotmehê de kom bûn. Di lijneyê de di serî de DEM Partî hemû nûnerên partiyên mûxalîf xwestin ku pêşniyazpirsa DEM Partiyê an jî pêşniyazpirseke di heman çarçoveyê de ku hemû partî li ser hev bikin were qebûlkirin. AKP’ê û MHP’ê jî qebûl kir ku divê di vî warî de lêkolîn bê kirin û bi paş ve gav avêt. Li ser vê yekê komên DEM Partî, CHP, AKP, MHP, ÎYÎ Partî û Partiya Seadetê ji bo ku têkildarî têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê komîsyona lêkolînê were avakirin pêşniyazpirseke hevpar dan.
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît têkildarî avakirina Komîsyona Lêkolînê ya Meclisê nirxandin kirin.
‘ŞERÊ TAYBET Û NECEZAKIRIN’
Koçyîgît, diyar kir ku li Tirkiyeyê her tim tundiya li ser jinê heye û anî ziman ku ev yek bi desthilata AKP’ê veguheriye “qirkirina jinan”. Koçyîgît, anî ziman ku yek ji sedemên bingehîn ên qirkirina jinan ew e ku jin neçar kirine ku li gorî rola zayendî ya civakî tev bigerin û bal kişand ku betalkirina Peymana Stenbolê jî di zêdebûna tundiyê de faktoreke girîng e. Koçyîgît, wiha berdewam kir: “Em dibînin ku qanûn bi awayekî bibandor nayên pêkanîn, 6284 bi awayekî bibandor nayê pêk anîn, di vî warî de mekanîzmayên rastîn tune ne û feraseteke ku jin û zarokan di nava malbatê de hefs dikin serdest e.”
Koçyîgît, da zanîn ku bi bandora polîtîkayên şerxwaz û ewlehiyê tundiya li ser jinan zêde dibe û wiha got: “Em dibînin ku ev li Kurdistanê bi taybettir tê meşandin. Em dibînin ku bi polîtîkayên şerê taybet weqayên tacîz û tecawizê yên li dijî jinan û zarokan û yên windakirinê zêdetir bûne. Her wiha em dibînin ku polîtîkayên şerê taybet ên weke sîxurkirin û fihûşê bi hedefgirtina jinan li Kurdistanê li cihekî taybet disekine. Dema em tên rojavayê Tirkiyeyê jî dibînin ku necezakirin tundiyê zêde dike.”
‘KESÊN JINAN QETIL DIKIN CEZAYÊN KÊM DIGIRIN’
Koçyîgît, da zanîn ku polîtîkayên necezakirinê tundiya li ser jinan zêdekirine û wiha got: “Tayîp Erdogan têkildarî necezakirinê ku di demên dawî de gelek tê axaftin dibêje ku ‘em ê bi feraseta necezakirinê re têbikoşin’. Li holê necezakirineke bi rastî heye. Kesên jinan qetil dikin ceza nagirin. Di vî warî de divê em bibêjin ku pêvajoyeke pir alî heye. Helbet li gel vê yekê em dizanin ku sedemên sosyolojîk ên jinan ên aboriyê, xizaniyê, newekheviya di perwerdehiyê de jî hene. Em li malên xwe li dibistanê ne di ewlehiyê de ne. Çar aliyê jiyanê hatiye dorpêçkirin. Krîzeke zilamtiyê heye. Em bi rewşeke ku feraseta mêrsalar a bandorê li hemû qadên jiyanê dike re rûbirû ne. Em li vir nêrîna mêrsalar a tifaqa AKP’ê û MHP’ê dibînin. Li hemberî me tifaqek û desthilateke dijminê jinan heye.”
‘KOMÎSYON DESTKEFTIYA JINAN E’
Koçyîgît, avakirina komîsyoneke lêkolînê ya li Meclisê ya di encama têkoşîna jinan de weke destkeftiya jinan nirxand û da zanîn ku li Meclisê koma ku têkildarî jinan herî zêde pêşniyazpirsan didinin. Koçyîgît, diyar kir ku beriya ku komîsyona lêkolînê were avakirin ji bo bi jinên partiyên muxalîf ên li Meclisê re bi awayekî hevpar têbikoşin hevdîtin kirine û ev tişt got: “Em girîngiyê didin komîsyonê. Ji ber ku komîsyon destkeftiya jinan e. Ji aliyê sedemên tundiyê, teşhîrkirina polîtîkayên desthilatê komîsyon dê roleke girîng bilîze. Helbet piraniya komîsyonê ji AKP’ê û MHP’ê pêk tên lê hem muxalefeta me ya li wir hem jî bi saziyên jinan ku em ê vexwînin dixwazin daxwazên jinan û tiştên dijîn bikevin rapor, arşiv û girtekên Meclisê. Ev jî dê ji bo me bibe nexşerêyeke pêşiyê veke be.”
‘LI DIJÎ NASNAMEYA JINA MEQBÛL NASNAMEYA JINA AZAD’
Koçyîgît, wiha got: “Nasnameya ‘jina meqbûl’ ku di budçeyê, perwerdeyê, jiyanê de navê wê nîne û hewl te dayîn di nava malbatê de bi rola dayikê bê penasekirin. Armanca me ya bingehîn ew e ku li dijî ‘jina meqbûl’ nasnameya ‘jina azad’ ava bikin û têkoşîna jiyaneke azad û wekhev bimeşînin. Em ê vê li kolanê jî li Meclisê jî bikin.”
‘DIVÊ SERKEFTINA BI HEV RE WERE HEDEFKIRIN’
Koçyîgît, têkildarî şiroveyên derbarê divê Wezareta Jinan bê avakirin de jî ev tişt gotin: “Yek ji partiya ku pêşnûmeya avakirina Wezareta Jinan pêşkeş kir jî em in. Divê teqez Wezareteke Jinan were avakirin. Divê em weke jin xeteke li dijî şer bidin destpêkirin. Aşkere û zelal e ku divê em têkoşîna aştiya li dijî şer bidin destpêkirin. Ji ber ku kesên tên kuştin, koçberkirin û her cure zilm lê tên kirin em in. Ji ber vê yekê divê di vê mijarê de em qêrîna jinan bibihîsin. Divê em bibin dengê serhildana jinên kurd a ji Girtîgeha Evînê ya Îranê bilind dibe. Îro em li vir in lê divê em ji jinên li Filistînê re bibin deng. Divê Tirkiye bi Kurdistan û Rojhilata Navîn re were bahev û bi têkoşîneke topyekun, serkeftineke bi hev re hedef bikin.”
MA / Hîvda Çelebî