NAVENDA NÛÇEYAN - Abdullah Ocalan ku li dijî komkujiyên jinan gelek caran bal kişandiye xweparastinê di hevdîtina parêzeran a bi dîroka 2011-2014’an de ev nirxandin kiriye: “Şoreşa ku jinê azad neke, ne şoreş e. Yekane rizgarî azadî ye.”
Cenazeyê Narîn Guran a 8 salî ku li Amedê winda bûbû piştî 19 rojan di çem de hatibû dîtin. Cenazeyê xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê Rojîn Kabaîş a di 27’ê îlonê de li Wanê winda bûbû piştî 18 rojan li perava Gola Wanê ya li Gundê Mela Kasim hate dîtin. Li welat di rojê de herî kêm 4 jin tên qetilkirin, desthilata heyî jî şûna ku mekanîzmayan bixebitîne, bi polîtîkayên necezakirinê re hawîra tundiyê zêde dike. Bi qanûnên hatine derxistin destkeftî tên xespkirin, jin ji qadên civakî tên dûrxistin û li malan tên hefskirin.
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku jin hişyar kirin, diyar kir ku ev polîtîkayeke bi zanebûn e û “AKP xeteriya herî mezin e”. Nirxandinên Abdulah Ocalan ên têkildarî polîtîkayên zayendîperest, tundî, avaniya malbatî, tecawiz û komkujiyan û çareseriyên alternatîf ên li dijî vê yekê pêşkêş dike hêj jî di rojevê de ne. Abdullah Ocalan ê mîmarê felsefeya “Jin jiyan azadî” ku di sedsala 21’emîn de dirûşma hevpar a hemû jinên cîhanê ye, di hevdîtinên xwe yên bi parêzerên xwe û Şandeya Îmraliyê re û di parêznameya xwe de balê dikişîne ser girîngiya xweparastinê.
CÎNAYETÊN JINAN DI ASTA HOVÎTIYÊ DE NE
Abdullah Ocalanê ku pêşdîtinên wî yên weke “xetere” nîşan dide di dema desthilata AKP’ê ya 22 salan de yek bi yek derketin holê, di hevdîtina xwe ya di 7’ê sibata 2014’an de bi Şandeya Îmraliyê re de têkildarî tundiya li dijî jinan û komkujiyan wiha dibêje: “Her roj di asta hovîtiyê de cînayetên jinan tên kirin. Ev mirin ji şer xerabtir in. Ev meseleya ewlehiya dewletê ye. Jin evqas nemerdane nayê kuştin, hemwelatiyê vî welatî vê qebûl nake. Lê weke her çar aliyê jinan bi zincîran hatine girêdan. Heta ku em vê neşikînin em nikarin bibin sosyalîst nikarin siyasetê bikin. Şoreşa ku jinê azad neke ne şoreş e. Rêxistina nikare jinê birêxistin bike ne rêxistine. Divê ev yek were zanîn.”
'AKP XETEREYEKE MEZIN E'
Abdullah Ocalan, di hevdîtina Sibata 2010'an de ya bi parêzerên xwe re nerazîbûna xwe ya ji bo kuştina Medîne Memiyê ku di sala 2009'an de li navçeya Kolik a Semsûrê bi saxî hatibû binaxkirin anîbû ziman û bi vî awayî jinan hişyar kiribû: “Feraseta AKP’ê gelek xetere ye. Xetere ne tenê ji bo kurdan e. AKP ji bo jinan xetereyek mezin e. Jin ew azadiya ku dîtine, dibe ku êdî bermayiyên wê jî bi dest wan nekeve. Li Semsûrê terîqeta Menzîlê bi bandor e. Li vir zarokeke keç bi zindî tê binaxkirin, ev ji recmê xetertir e. Belê feraseta AKP’ê ev e. Di biaxkirinê de mirov hêdî hêdî axê dixwin û dimirin. Lê di recmê de mirov qet nebe bêhnê distîne. Dîsa di rojnameyan de her roj tundiya li ser jinê cih digire. Mêr li kolanê tahdeyê li jinê dike û dibêje ‘te ji min hez nekir’ û wê dikuje. Li cihekî din guhan jê dikin, pozan jê dikin, ev hemû berhema vê ferasetê ye. Ji bo vê dibêjim; divê li ser esasê felsefeyê em tevbigerin. Divê xebatên felsefîk bên kirin, bên nîqaşkirin, bên rêxistinkirin. Ancax ev dikarin vê ferasetê rawestînin. An jî wê encam wisa be û dê azadiyên sînorkirî yên heyî jî ji dest we biçin."
HÊVIYA ‘RÊXISTINKIRINA JINÊ’
Abdullah Ocalan di hevdîtina bi parêzerên xwe re ya di 26’ê nîsana 2000’î de destnîşan dike ku yek ji hêviyên herî mezin ên rêxistinkirina jinan e û wiha dibêje: “Min dest bi têkoşîneke mezin a azadiyê kir. Li ser vê bingehê hevdîtinek bi jinê re tê kirin. Baweriya min ew e ku bi kûrkirina pêşketina fîzîkî ya di fikir, hest û hîsê da divê berdewam bin. Ev ji her tiştî hêjatir e. Ez rêxistinbûna wan a nû weke Akademiya Azadiyê ya Jinê dibînim. Ez kesên ku dikevinê weke xwendekarên pola amadekar pênase dikim. Û ez li bendê me ku ji bo bilindkirina polekê hewleke mezin bidin. Wê bi keda xwe ya herî bi rûmet di nava têkoşîna demokrasiyê de cih bigirin û kedeke mezin wê serketinê diyar bike. Hewldana jinan wê di serketinê de roleke diyarker bilîze.”
RASTIYA JINAN A OBJEKTÎF
Abdullah Ocalan di 7’ê hezîrana 2000’an de di hevpeyvîna xwe bi parêzeran de vê nirxandinê dike: “Di rastiya me ya civakî de cihê jinan çi ye? Divê nêzîkatiya li hemberî jinê hê kûrtir be. Divê rastiya jinê ya objektîf bê îfadekirin. Çima tevgereke jinan heye? Ev ne tevgereke zayendî ye, lê çewisandina zayendperest, çînperestî, cudakarî çawa û çima pêş dikeve? Divê ev bi awayekî objektîf bên lêkolînkirin. Ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêka jinê ye, di heman demê de pirsgirêka mêran e jî. Piştre divê bernameyek ji bo azadiya jinê yan jî azadkirina jinê were derxistin. Ev bername û tarzê tevgerê girîng e. Tevgereke ku divê li dijî kêm dîtin û kedxwariya jinê bê pêşxistin e. Pirseka tevgera demokratîk e.”
Abdullah Ocalan di peyama xwe de ku di sala 2015'an de bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji jinan re şandibû, li dijî desthilata ku jinan ji qada giştî xalî dike û wan hepsî malê û malbatê dike îşaret bi girîngiya hêza rêxistinkirî kiribû û gotibû: "Di şexsê Kobanê de, jinan bi ruhê berxwedana Arîn Mîrkanê çavên xwe li jiyaneke nû, li şaristaniyeke nû vekirine. Ez bi van hestan jinên wêrek ên ji bo azadiyê têdikoşin silav dikim û 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz dikim. Niha tevahiya cîhanê di şexsê jinên berxwedêr de ev yek dîtiye û di kovarên xwe de behsa vê bedewiyê dikin. Ev azaweriya azadiyê li vir welidî. Ev, divê rast bên fêmkirin. Li Kurdistanê, di realîteya kurdan de divê mirov bi vê sosyolojiyê zanibe. Ez evînê, hezkirinê û malbatê înkar nakim. Girêdana bi vê, girêdaneke esîl e, lê bêyî jiyaneke azad tu wateyeke evana tune ye. A ez behs dikim evîneke civakî ye."
Azadiya jinê ji bo min di ser her tiştî re ye. Jiyana herî bedew, jiyana jina azad e. Tu kirêtî bi qasî yekkbûna bi jineke kole û mêrekî serdest re kirêt nîn e. Her wiha tu yekbûn û yekpareyî, bi qasî ya bi jineke azad û mêrekî serdestiya xwe têkşikandiye bedewtir û rasttir nîn e. 30 sal in piştgirên min ên herî girîng hevalên jin in. Pêwendiya min û peymana min a bi jinê re girîng e. Divê hûn peyamana civakî ya jinê pêş ve bibin. Divê peymaneke wisa be ku li dijî cinayetên jinan, sinetkirina jinan, destdirêjiya li jinê û gelek tiştên bi vî rengî têbikoşe. Divê hûn bi berfirehî li ser biesekin. Baweriya xwe bi mêran neynin. Dogmatîka mêrî birûxînin. Baweriyê bi jintiya xwe bînin. Wekhevî û azadî bi meseleya jinê pêkan e. Lewma şoreşa me, şoreşa jinê ye."
DU FERASET PEV DIKEVIN
Bêyî jinê, jiyan ne pêkan e. Bêyî azadiyê etîk û estetîk ne pêakn e. Tişta ez jê re dibêjim 'etîka jinê', hêza biryardayînê ya jinê ye. Dayin an jî standina jinekê nayê qebûlkirin. Divê tu bibêjî 'ez ez im.' 'Ez ne ya tu kesî me.' Jin ne jina mêrî, ne keça bavî yan jî ne xwişka bira ye. Divê ne wisa be. Jin, divê bi xwe be. Divê bi azwerî li ser formula vê bê sekinandin û tarîtî bê ronîkirin."
Dibêje '3 zarok, zewaca di temenekî biçûk de.' Vê jî bi zanebûnî dibêje. Ez jî bi zanebûnî dibêjim. Her du feraset bi hev dikevin. Hela em ê mêze bikin, bê ew bi ser dikeve yan em. Di sernavên min ên ji bo çareseriya demokratîk de jî, xala ewil azadiya jinê ye. Fêm nakin. Dibêjin, 'Çi eleqeya vê bi çareseriya demokratîk re heye.' Ez pir zelal diaxivim. Têkiliya azadiya jinê ya bi çareseriya demokratîk re pir zelal e. Min berê jî gotibû; li welatekî wisa ku ev qas jin lê tên kuştin, ez nikarim bibim endamê vê dewletê. Çareserî, bi wekheviya jinê, bia zadî û hiqûqa jinê pêkan e. Ji bo min tişta esas hiqûq û azadiya jinê ye."
XWEPARASTIN
Abdullah Ocalan di piraniya hevdîtinên xwe yên salên 2009’an û 2010’an de ku tundî û qetilkirina jinan zêde bûbûn bal kişandibû ser girîngiya xweparastinê û gotibû: “Ez rasterast bi feraseta namûsê nêz nabim. Ez behsa vê yekê dikim ku jin di warê mêjî, ruh û bedenê xwe biparêz e. Her kes dikare parastina xwe ya rewa bike. Min têgeha xweparastinê ji bo vê yekê li pêş xist. Min qala vê yekê kiribû her komek, jin û bi taybetî jin divê xwe biparêzin. Min gotibû ku divê jin xwe biparêzin. Divê her kes bizanibe ku xwe bi hişmendî û îradeya xwe biparêze. Balkêş e, divê yên xwe biparêzin jî lê ez neçar dimînin wan diparêzim. Her kom, her kes li cihê lê dimîne dikare xwe biparêze. Jin bi hişmendiya xwe ya xweser û bi îradeya xwe ya xurt dikarin xwe biparêzin. Namûs teqez ne zayendîtî nîne. Namûs hişmendiya heqî û îradeya xurt e. Xwedî li xwe, ruh û bedena xwe derkevin.”
Ocalan di hevdîtinek sala 2001’an de ku li Girtîgeha Îmraliyê bi parêzerên xwe re pêk anîbû pêşniyaza “Peymana Civakî ya Jinan” kiribû û destnîşan kiribû ku ev tenê ne ji bo jinên kurd û tirk, ev ji bo hemû jinên cîhanê girîng e û divê tevgera jinan xwe bi tevgera hawirdorê re bike yek.