Derûnînas Saygiligîl: Wezareta Jinê pêwist e

  • jin
  • 09:24 4 Hezîran 2018
  • |
img

STENBOL - Jina civaknas û femînîst Feryal Saygiligîl, diyar kir ku hikûmet li şûna polîtîkayên jinê esas digere pêş bixe, polîtikayên malbatê esas digire pêş dixe û wiha got: "Ev polîtîkayên hikûmetê rê li pêş cînayetên jinê vedike. Li şûna polîtîkayên malbatê divê polîtîkayên mafê jinê esas bigire. 

Di serdema hikûmeta AKP'ê de cînayetên jinan qat bi qat zêde bûn. Mêrê  kujer cezayê wî tê daxistin û serbest tê berdan. Jin dixwazin zagon bên guhertin, lê hikûmet daxwazên jinan li ber çavan nagire û bêtir mer bi zagonan tên parastin. Tekildarî polîtikayen hikûmetê yên der barê mafê jinan de civaknas û femînîst Feryal Saygiligîl nirxandin kirin. Sayiligîl, têkildarî polîtîkayên AKP'ê diyar kir ku hikûmet li şûna polîtîkayên jinê esas digere pêş bixe, polîtikayên malbatê esas digire pêş dixe û wiha got: "Ev polîtîkayên hikûmetê rê li pêş cînayetên jinê vedike. Li şûna polîtîkayên malbatê divê polîtîkayên mafê jinê esas bigire." 
 
Saygiligîl, bal kişand ser cînayetên di bin navê "cinnet” de pêş dikevin û wiha got: "Namûsê dikin hincet. Di bin navê “namus”ê de jin tên kuştin. Têgeha “namus”ê tê wateya tundiya mêr. Tê wateya serdestiya mêr. Girîngiya ku didin beraketa beriya zewacê, suneta jinê, di temenê biçûk de zewaca bi zorê, zewaca bi xwazgînî û jinên li dervê zewacê têkeve têkiliyê tev tên deqkirin. Hemû wekî pirsgirêka namûsê tên dîtin. Kesên li dervê vê pîvanê tevbigerin rastî tundiyê tên an jî tên kuştin. Hin caran jinên 'Bêwext' derkevin kolanê an jê be destûra mêr derkevin kolanê sedema tundiyê ye. Ji jinê dixwazin “Li gorî sinc" tevbigerin. Dixwazin li gorî 'Pîvanên civakê' tev bigerin. Ev jî vîna jinê tune dike."
 
JINA LI DIJÎ PÎVANÊN MÊR TEV BIGERE AN RAKTÎ LÊDANÊ TÊ AN JÎ TÊ KUŞTİN
 
Saygiligil, destnîşan kir ku jina li dijî van pîvanan tev bigere û li gorî vîna xwe ya azad bijî rastî tundiya fizîkî û derûnî tê û wiha berdewam kir: "An rastî tundiyê tê an jî tê kuştin." 
 
DI KUŞTINA JINAN DE ROLA MEDYA 
 
Saygiligil, bal kişand rola medya ya li ser kuştina jinê û wiha lê zêde kir: “Zimanê medya girînge. Hin caran tundiyê rewa dike û rê li pêş tundiyê vedike. Jinê wekî nesne diyar dike. Jinê wekî kes nabîne. Wekî hevser û dayik a baş ya li malê taybet û cemaweriyê dibîne. Pergala serdest a mêr li gorî vê yekê rol li jinê bar dike. Gelek tiştên civakî ku ji bo mêr wekî maf tê dîtin ji bo jinê hatiye qedexe kirin û wekî şerm tê dîtin. " 
 
'CÎNAYETÊN JINAN POLÎTÎK IN'
 
Saygiligil, herî dawî bibîr xist ku kuştina jinan polîtik e û ji ber "Jin" in tên kuştin û wiha bi dawî kir: "Hikûmet ne wekî kes, wekî malbat mafan diparêze. Lê divê li şûna malbatê mafê jinê biparêze. Li şûna wezareta malbatan divî wezareta jinê bê avakirin. Divê polîtîkayên ku jinan esas digire pêş bixe. Jin kirin çavkaniya debarê û kar. Wekî keda erzan û xizmetkara malê pênase dike. Li qada ku politîkayên neoliberal serdestin, polîtîkayên civakî lawaz in. 
Jin li Tirkiye bê ewle û bi keda erzan dixebitin û wan teşwîkî zewacê dikin û li wan ‘Jina malê" ferz dikin. Ji ber van sedeman cînayetên jinan polîtîk in. Jin ji ber van polîtîkayan divê şewirmendî û piştevaniya xwe xurt bikin. Tora xwe xurt bikin. Divê kesên li ser hiqûqê radiwestin, perwerdehiya zayenda civakî bidin. Divê bi lezgîn sûcên nifrînê bê pênasekirin û wekî sûc bê dîtin. Divê kêmkirina ceza ya tahrîkê bi dawî bibe. Divê malên stargeh û parastinê bên zêdekirin. Li şûna polîtikayên ku jinan ji tundiyê diparêze, divê polîtîkayên ku rê li tundiyê bigirin pêş bixin. Divê li şûna wezareta malbatê, wezareta jinê bê avakirin."