Komxebata Jineolojiyê bi rûniştinan didome

  • jin
  • 13:39 22 Îlon 2024
  • |
img

WAN - Komxebata Kovara Jineolojiyê ya “Li dijî pergala mêrsê serdet a di sedsala 21’emîn de polîtîka û rêbazên têkoşîne” di roja duyemîn de bi rûniştinên cuda didome. 

Komxebata Kovara Jineolojiyê ya “Li dijî pergala mêrsê serdet a di sedsala 21’emîn de polîtîka û rêbazên têkoşîne” di roja duyemîn de berdewam kir. Komxebat, li eywana konferansan a li hotêleke bajar tê lidarxistin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar, parlamenterên jin ên DEM Partiyê, siyasetmedar Sebahat Tuncel, hevşaredar, femînîst û gelek jin tev li bûn. 
 
Moderatoriya rûniştina “Li dijî êrişên zayendperest feraseta xweparastina hevpar” endama Lijneya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Dîlan Yildiz kir. Ji Tora Jinan Ruya Kurtuluş û aktîvîsta TJA’yê Fîgen Ektî weke axêver tev li bûn. Piştre jî rûniştina “Em ê rêbazên têkoşîna hevpar di teorî û pratîkê de çawa bi hev re birêsin?” hat lidarxistin. Moderatoriya wê endama Lijneya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Suzan Akîpa kir û aktîvîsta TJA’yê Bêrîvan Elter û lêkolînera femînîst Semîha Ari jî weke axêver tev li bûn. Herî dawî jî dê rûniştina “Li dijî şer, mezinbûna rastgiran û milîtarîzmê ya netewe-dewletan, têkoşîna hevpar a lêgerînên azadî û aştiyê ya jinan” were lidarxistin. Ji endamên kovarê Rojda Yildiz dê moderatoriya rûniştinê bike û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî dê weke axêver beşdar bibe. 
 
Komxebat, ji çapemeniyê re girtî didome û piştî rûniştinan dê bi dawî bibe.