Komxebata 'Di medya de zayendîparêzî': Divê alternatifên me hebin

  • jin
  • 16:44 14 Cotmeh 2017
  • |
img

STENBOL - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Besîme Konca ku wekîltiya wê hat xistin, di komxebata "Di medya de zayendîparêzî, militarizm, nijadperestî" de diyar kir ku çeka herî talûke ya li pişt îktîdarê medya ye û wiha got: "Divê li dijî vê medya îktîdarê, yên me jî alternatif hebin."  

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratik a Gelan (HDP), di çarçoveya kampanya “Wisa derbas nabe, jin destûr nadin" li Otela Taksim Hillê komxebata bi navê “Di Medyayê de zayendîparêzî, nijadperestî û militarizm" pêk anî. Di koxebatê de Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê û Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Besîme Konca ya wekîltiya wê hat xistin, akademisyen û gelek jinên din amade bûn. 
 
'DI ZAYENDÎPARÊZIYÊ DE ROLA MEDYA PIR MEZIN E' 
 
Di komxebatê de ewil Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Besime Konca axivî. Konca anî ziman ku ev serdem, serdema medya ye û wiha got: Di medya de hem di qada siyasî de û hem jî di qada civakî de herî zêde li ser jinan ambargo heye. Di zayendiparêziya li dijî jinan de rola medya gelek zêde ye. Li Tirkiye îro medya hin caran dewlet, hin caran îktîdar û hin caran leşkerî ye. Hin caran hêza ku zayendîparêziyê pir rewa dike ye. Çapemeniya azad jî, qada ku nirxan û heqîqetê ronî dike ye. Ger ku îktîdar dîtina xwe ya bîrdozî û  politik bide xuyakirin û bi civakekê bide qebûlkirin, ewil çapemeniyê dîl digire. Bi destê çapemeniyê dest bi êrîşan dike. 
 
‘DIVÊ LI DIJÎ ÇAPEMENIYA ÎKTÎDARÊ ALTERNATÎFÊN ME HEBIN' 
 
Konca, anî ziman ku medya bûye baxçeyê hewa dawî yê îktîdarê û wekî koleyê îktîdarê ye. Konca, bal kişand ser manşetên rojnameyan ên der barê Helîn Panandoken û wiha got: "Di cînayeta Pendikê ya Helin Palandoken de hemû medya panşetên “cînayeta evînê", "dehşet” derxistin pêş. Di şertên şer de her tiştî berovajî dikin. Medya di milê zayendîparêzî, nijadperestî û militarizmê de li Tirkiye bûye hêza yekemîn. Îktîdar bi riya medya rastiyan berovajî dike. Wekî çeka herî bi talûke girtiye destê xwe. Operasyonên hiş pêş dixe. Hişekî nû ava dike. Divê li dijî çapemeniya îktîdarê alternatifên me hebin." 
 
Derhênera Filmmor Melek Ozman jî bal kişand ser zimanê zayendîparêzî yên rêzefîlmên di medya de û wiha got: "Jinên di medya de cih digirin, wekî krema di navbera du qatan de tên dîtin. Ji bilî rûpela sêyemîn di nava rêzên nûçeyan de hatine eciqandin." 
 
Ji Zanîngeha Giresunê Prof. Dr. Hulya Tanriover jî mijara “Medya û Zayendîparêziya Civakî" pêşkêş kir. Tanriover jî bal kişand ser zimanê zayendîparêziya medya û wiha got: "Medya ne mûcîze û ne jî felaket e. Gotinên zayendiparêzî yên di medyayê de ji nûve tên avakirin. Ji ber vê yekê cihê jinan ê di medya de pir girîng e. Jin di medya de ne xwedî biryar û ne xwedî posîzyona rêveber in. Em rewşa jinan a xwezayî di medya de nabînin"