'Ji bo jin û zarok bikarin bijîn em mecbûr in têbikoşin'

  • jin
  • 09:05 10 Îlon 2024
  • |
img

STENBOL - Nûnerên rêxistinên jinan diyar kirin ku sedema mirina jin û zarokên welêt îktîdar e û wiha gotin: “Ji bo xwedî li jiyana xwe derkevin em mecbûr in têbikoşin. Em ê bibin dengê Narînê, Rabîa Nazê, Gulistan Doku.” 

Zaroka 8 salî Narîn Guran di 21’ê tebaxê de li taxa Çulî ya navçeya Rezan a Amedê winda bû û cenazeyê wê piştî 19 rojan di Rûbarê Egertutmazê de di tûrikekî de hate dîtin. Qetilkirina Narînê rê li ber bertekên mezin vekir. Di serî de li Amedê, li gelek bajaran gel daket kolanan û bertek nîşanî hikûmetê da.
 
Endama Jin Bihevre Bihêz in (KBG) Betul Topkaya û endama Jinên Ciwan ên Azad (OGK) Hîvda Selan têkildarî tundiya li dijî jin û zarokan axivîn û gotin ku sedema komkujiyan polîtîkayên îktîdarê ne. 
 
POLÎTÎKAYA NECEZAKIRINÊ
 
Selen, di destpêkê de qetilkirina Leyla Aydemîr a 4 salî bi bîr xist ku di sala 2018’an de li Agiriyê winda bûbû û 18 roj piştre cenazeyê wê hatibû dîtin. Selen, wiha domand: “Li welatê me bi domdarî jin û zarok tên windakirin û bi awayekî guman mirî tên dîtin. Bêguman vê yekê eleqeya xwe bi vê îktîdarê, bi polîtîkayên mêrê serdest re hene. Ji ber ku polîtîkayeke necezakirinê heye. Di rewşeke ku zarokên biçûk tên îstîsmarkirin, jin bi awayekî guman tên kuştin, rastî tacîz û destdirêjiyê tên de faîl ji deriyên pêşiyê yên edliyeyan dikevin hundir û ji yê piştê tên berdan. Lewma wiha bi cisaret tevdigerin.” 
 
‘ARMANCA WAN RIZANDINA CIVAKÊ YE’
 
Bi domdarî Selen destnîşan kir ku malbata Narînê niha gumanbar e û divê mirov li ser têkiliya wan a bi îktîdarê re bisekine. Selen, wiha pê de çû: “Bi qedexeya weşanê re hewl dan ku raya giştî nîqaş neke û hestiyariyek çênebe. Naxwazin têkiliya dewletê ya di vir de eşkere bibe. Ev mijareke civakî ye û divê bertekên civakî bên nîşandan. Armanca wan ew e ku civakê birizînin. Dixwazin civakan bêhest bikin ku li dijî meseleyên civakî bêdeng bin. Banga me li tevahiya civakê ew e ku dengê xwe bilind bikin.” 
 
‘ZILAMÊN SÛCAN DIKIN TÊN PARASTIN’
 
Endama KBG’ê Betul Topkaya jî destnîşan kir ku tiştekî asayî nîne ku zarokek li gund 19 rojan neyê dîtin. Topkaya, wiha domand: “Dewleta ku di Meşa Şevê ya Femînîst de sersibehê bi ser malan de digire, 19 rojan nekarî zarokekê bibîne. Mamê Narînê, Salîm Guran hate girtin lê di vê mijarê de jî agahiyeke zelal bi raya giştî re parve nekirin. Zilam, jinan didin windakirin, zarokan îstîsmar dikin, direvînin û tundiyê lê dikin lê hem civak, hem dewlet, hem jî daraz û hiqûq bi hev re diparêzin. Mîna di bûyera Narînê de tevahiya gund û çapemenî bêdeng ma. Qedexeya weşanê ragihandin û medyaya navendî li gorî vê tevdigere.” 
 
‘DÊ TÊKOŞÎN BIDOME’
 
Topkaya, axaftina xwe wiha qedand: “Di her kêliyê de gefa mêr-dewletê li ser jinan heye. Em jî dê li dijî vê li kolanan, li mal û kargehan, li dibistanan têbikoşin. Dê têkoşîna me ya ji bo Narînê jî bidome. Di van şert û mercan de Narîn dê ne ya yekemîn ne jî ya dawî be. Me heman tişt di bûyerên Rabîa Nazê de jî jiya. Gulistan Doku bi sala ye winda ye. Dema jin tên qetilkirin, faîl tên parastin û bi destê darazê tên berdan. Polîtîkaya necezakirinê ji bo kuştinê cisaretê dide zilaman. Em mecbûr in ku xwedî li jiyana xwe derkevin. Ji bo vê jî em mecbûr in li dijî zilam, tundiya zilam, patriyarkayê têbikoşin. Em ê heta dawiyê bibin dengê Narîn, Rabîa Naz û Gulistan Dokuyê.”