‘Divê îktîdar ji ber mirina Narînê hesabê bide’

  • jin
  • 15:02 8 Îlon 2024
  • |
img
AMED - Seroka Komeleya Ji Ewil Zarok û Jin Mujde Tozbey got ku bi roja ye îktîdarê Narîn Guran nedît û divê hesaba vê bide. Seroka Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê Huriye Hamîdî jî got ku tu polîtîkayên îktîdarê yên ji bo pêşîlêgirtina mirinan tune ne. 
  
Zaroka 8 salî Narîn Guran di 21’ê tebaxê de li gundê Çulî yê navçeya Rezan a Amedê winda bû û îro cenazeyê wê di Rûbarê Egertutmazê yê li gund hate dîtin. Cenaze di tûrikekî de bû û bi keviran hatibû veşartin. Walîtiya Amedê pirsên têkildarî mijarê bi hinceta “Biryara nepeniyê ya dosyayê” ne bersivand. 
 
'HEKE TEVDÎR BIHATINA GIRTIN DÊ NARÎN NE BIJIYA’ 
 
Seroka Navenda Mafên Zarokan a Amedê Huriye Hamîdî diyar kir ku beriya niha di rûbarê behsa xeberê de lêgerîn hatibû kirin û wiha got: “Tevî vê jî cenaze nehat dîtin. Ev yek nîşaneya kêmasiya wan e. Nayê qebûlkirin ku zarokek di demekê ewqas dirêj de li gund neyê dîtin. Mirinên zarokan girêdayî polîtîkayên dewletê ne. Faîlên ku ji pratîka necezakirinê hêz digirin, hemû kiriyaran bi rehetî dikin. Polîtîkayeke pêşîlêgirtinê ya dewletê tune ye. Ya din jî aliyê civakî ye. Ji bo zirar negihije ‘malbata pîroz’, zarok û jin hatine bêdengkirin. Ji bo ev tevek biguherin, divê pergal biguhere. Heke dema zarokên din mirîn tevdîr bihatina girtin dê Narîn îro bijiya. Em ê dosyayê bişopînin.” 
 
'DIVÊ ÎKTÎDAR HESABÊ BIDE’
 
Seroka Komeleya Ji Ewil Zarok û Jinê Mujde Tozbey jî wiha got: “Îktîdar dê tenê bi darizandina malbate du malbatan nekare xwe ji berpirsyartiyê xelas bike. Di 19 rojan de zarokek a 8 salî nedît û divê hesaba vê bide.”