Sekretara KESK'ê Atasoy: Jin polîtîkayên ku ew kirdeya wê ne dixwazin

  • jin
  • 09:38 31 Gulan 2018
  • |
img

ENQERE - Sekretera Jin a KESK'ê Gulîstan Atasoy, diyar kir ku divê êdî partî dev ji vegotina 'em ê vî tiştî û wî tiştî bînin' berdin. Atasoy got, êdî jin polîtkayeke ku ew kirdeya wê bin û gotina xwe bêjin dixwazin. 

Di ser îlankirina Rewşa Awarte re 22 meh derbas bûn. Di 22 mehan de bi hezaran jin ji qada cemaweriyê hatin îxrackirin. Li gorî daneyên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), 116 hezar û 5012 kes hatin îxrackirin û ji vana 22 hezar û 28 jê jin in. Her wiha li gorî daneyên KESK'ê di 22 mehan de ji 600'î zêdetir jin hatin kuştin û 11 komleleyên ku parêzvaniya mafên jin û zarokan dikirin hatin girtin. 
 
Sekretera Jin a KESK'ê Gulîstan Atasoy, danezanên hilbijartinê yên partiyên siyasî nirxandin. 
 
'TÊ XWESTIN KU REJÎMA MÎLÎTARÎST BÊ MAYÎNDEKIRIN' 
 
Atasoy, diyar kir ku di vê pêvajoya hilbijartinê de, divê AKP li cihekî cuda bê dîtin û got: "Çimkî 16 sal in li vî welatî îktîdar e. Tiştên ku soza pêkanîna wan didin, di wesfa mikurhatina tiştên ku heta niha nekirine." Atasoy, diyar kir ku sozên ku dane ne li gorî bendewariyên jina ne û got: "Di 16 salan de gav bi gav rejîmeke tekparêz û mîlîtarîst hat avakirin û niha dixwazin vê rejîmê mayînde bikin." 
 
Atasoy, bi bîr xist ku AKP'ya ku soz dide dê li hemberî şidetê bitêkoşe, komeleyên ku li hemberî şideta li ser jin û zarokan têdikoşiyan girtine û got: "Yanî li holê yek neyteke wê ya wisa tune ye. Her wiha em dibînin ku îstihdama bêewlehî bi polîtîkayên neo-lîberal tên pêşxsitin. Her eçnd bê gotin îstihdamkirina jinan zêde bûye, di asasê xwe de em bi polîtîkayeke ku xwe li hemberî keda jinê li nedîtinê datîne re rû bi rû ne. Xebata bêewlehiyî, di ser keda jinê re didin destpêkirin." 
 
'JIN POLÎTÎKAYEKE KU EW KIRDEYA WÊ NE DIXWAZIN' 
 
Atasoy, destnîşan kir ku partiyên siyasî jinan wekî depoya dengan dibînin, lê belê armanca wan ew e ku bi jinan re polîtîkayekê çêbikin û got: "Nemaze AKP di vî warî de rola sereke lîst. Divê êdî partî dev ji vegotina 'em ê vî tiştî, wî tiştî bînin' berdin. Jin hevokên bi vê yekê tên destpêkirin tune dihesibînin. Êdî jin polîtkayeke ku ew kirdeya wê bin û gotina xwe bêjin dixwazin." 
 
Atasoy, diyar kir ku di nav danezanên partiyên siyasî de ya HDP'ê, bi awayekî aşkere eyan e ku ji aliyê jinan ve hatiye çêkirin û got: "Ez vê wekî bernameyeke jinan û azadîxwaz dibînim." Atasoy, bilêv kir ku di danezanên partiyên siyasî yên din de hem di warê jinan hem jî di warê kedê de, daxwazên aboriyî derketine pêş û got: "Ev daxwaz ên rojane ne. Lê bi rastî jî eger armanc veguherandina pergalê be, divê xurtir bûnan. Divê modeleke aboriyê ya demokratîk a jinan xizan nake bihatana berpêşkirin. Divê ji bo jinan û kedkaran çareseriyên mayînde bên hilberandin." 
 
'HERÎ ZÊDE JIN AŞTIYÊ DIXWAZIN' 
 
Atasoy, diyar kir ku demeke dirêj e li Tirkiyeyê atmosfereke netewperest û şoven heye û herî zêde jin û kedkar ji vê atmosferê nerihet dibin. Atasoy got: "Dema em li partiyan dinerin, ji bilî HDP'ê tu partî doza aştiyê nake. Lê belê pirsgirêka herî mezin a jinan şer e. Li Tirkiyeyê demeke dirêj e atmosfereke netewperest û şoven heye û ji ber vê atmosferê êdî partî kêm behsa aştiyê kirin. Ji ber ku mifteya vê hilbijartinê kurd in, lawaz be jî hin partiyên siyasî behsa perwerdehiya zimanê zikmakî kirin. Lê belê ji bilî vê gelê kurd û gelên Tirkiyeyê li benda rewşe din in. Divê pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk û aştiyane bên çareserkirin."