Jinan ji bo Eylem Sevîlenê doza edaletê kirin

  • jin
  • 22:59 27 Tebax 2024
  • |
img
STENBOL - Di çalakiya ji bo Eylem Sevîlen a hat qetilkirin de jinan wiha bang kir: "Werin em bi hev re bitêkoşin. Em hem ji bo Eylemê edaletê pêk bînin hem jî hemû newekheviyan bavêjin. 
 
Federasyona Feminîstên Ciwan, li Kadikoyê ji bo Eylem Sevîlen a 18 salî ku li Balikesîrê gava xwest biçe rojbûna hevala xwe ji aliyê bavê xwe hat qetilkirin, li ber Operasya Sureyyayê daxuyanî da. Di çalakiyê de wêneyên Sevîlenê hatin hilgirtin û tim dirûşmeyên wekî "Em ê cinayetên jinan rawestînin" hatin berzkirin. 
 
Li ser navê girseyê Nûnera Federasyona Feminîstên Ciwan Guneş Fadime Akşahînê axivî. Akşahînê destnîşan kir ku AKP polîtîkayên li dijî azadiya jinê pêş dixe û got: "Yê ku ev atmosfer afirandiye desthilata siyasî ye." 
 
Akşahînê destnîşan kir ku polîtîkayên "pîrozkirina malbatê" yên desthilatê û Wezareta Polîtîkayên Civakî tundiya mêr a li hemberî jinê zede kirine û got: "Mixabin em îro bi xebereke xembar şiyar bûn. Li Îzmîrê Vesîh Şimşek, ji ber ku hevjîna wî xwest jê berde, 4 keçen xwe gulebaran kir. Ceylîn, Cemre û Nîra ji aliyê bavê xwe ve hatin kuştin. Hîra Nûr jî birîndar bû." 
 
Akşahînê ku bang li jinên ciwan kir wiha got: "Werin em bi hev re bitêkoşin. Em hem ji bo Eylemê edaletê pêk bînin hem jî hemû newekheviyan bavêjin."