DBP: Herêma Kurdistanê bûye sedema kuştina zarokên kurd

  • jin
  • 16:52 23 Tebax 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - DBP’ê ku qetilkirina rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn bi daxuyaniyekê şermezar kir, wiha got: “Rêveberiya Herêma Kurdistanê ya rê li ber dagirkirinê vekiriye û bûyer şirîkê vê yekê di deman demê de bûye sedema kuştina zarokên Kurdistanê.”
 
Balafirên şer ên dewleta tirk li navçeya Seyîdsadiq ya bi ser Silêmaniyê ve wesayîta rojnamevanan bombebaran kir. Di encama êrişê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn jiyana xwe ji dest dan û 6 rojnamevan jî birîndar bûn. Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi daxuyaniyekê qetilkirina rojnamevanan şermezar kir. 
 
Daxuyaniya DBP’ê wiha ye: “Îro li Silêmaniyê wesayiteke ku rojnamevan tê de bûn ji aliyê êrişa hewayî ya Tirkiyê ve hat bombebarandin. Em bi xemgîniyeke mezin hîn bûn ku di vê êrişê de du jinên kedkarên çapemeniyê Gulistan Tara û Hêro Bahadîn hatine qetilkirin. Em vê qetliama ku li dijî kedkarên çapemeniya azad, rojnamegerên jin ên kurd pêk hatiye şermezar dikin. Li gorî agahiyên çapemeniyê, di êrişê de 6 rojnameger jî birîndar bûne. Em ji birîndaran re şifayê dixwazin.
 
RÊVEBERIYA HERÊMA KURDISTANÊ BÛYER ŞIRÎKÊ VÊ YEKÊ
 
Rejîma faşîst a AKP-MHP'ê ya ku li ser qirkirina gelê Kurd siyasetê dike, bi hewldanên berfirehkirina qada şer a li Herêma Federala Kurdistanê bi peymanên nû yên lihevkirinê, bênavber listikên xwe yên qirêj didomine. Rejima AKP- MHP'ê ya li dijî kurdan bi polîtîkayên xwe yên metingeriyê dixwaze ku bi awayeke berfireh axa Kurdistanê dagir bike û xeyalên Neo-Osmaniyê pêk bine. Rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê ya ku rê li ber dagirkirinê vekiriye û bûye şirikê vê yekê di heman demê de bûye sedema kuştina zarokên Kurdistanê. Gelê Kurdistanê tu carî vê yekê qebûl nake. Divê demildest PDK dev ji şirikatiya sûcê rûreşiyê berde.
 
KEDKARÊN ÇAPEMENIYA AZAD DÊ PÊNÛSA HEVALÊN XWE LI ERDÊ NEHÊLIN
 
Bi êrişên bi vî şiqlî hewl didin ku çapemeniya azad bêdeng bikin û sûcên şer ên ku li Kurdistanê pêk tînin biveşêrin da ku negihêje raya giştî ya cîhanê. Lê divê were zanin ku kedkarên kevneşopiya çapemeniya azad, li ser şopa heqîqetê wê pênûsa hevalên xwe li erdê nehêlin û bi her awayi bibin dengê heqîqetê. Serê gelê Kurdistanê sax be!