Jinên li nava zeviyan dixebitin heqê keda xwe nastînin

  • jin
  • 09:21 23 Tebax 2024
  • |
WAN - Jinên ku li nava zeviyan 12 saetan dixebitin û heqdesta wan a rojane 600 lîre ye, anîn ziman ku şert û merc dijwar in, lê ji xeynî xebata li nava zeviyan jî tu çareyeke wan a din tune ye. 
 
Jinên ku havînan li nava zeviyan dixebitin, beranberiya keda xwe nastînin. Li navçeya Westan a Wanê, jinên li nava zeviyan rojê 12 saetan dixebitin şeveqê saet di 6'an de dest bi kar dikin heya êvarê dixebitin, heqdetsa wan a rojane 600 lîre ye. 
 
Jinên ku hin ji wan ji bo lêçûnên perwerdehiyê yên zarokên xwe û hin ji bo wan jî ji bo domandina jiyana xwe dixebitin, diyar kirin ku heqdesta wan a rojane têra pêdiviyên wan ên bingehîn nakin. 
 
12 SAETAN DIXEBITE
 
Kûmrû Komî ya ku ji bo lêçûnên dibistana zarokên xwe li zeviyê dixebite wiha got: “Em malbatek ji 7 kesan pêk tên. Ez û hevjînê xwe re tev de dixebitin. Zarokên min hemû xwendekar in û lêçûnên wan gelek in. Divê ez bixebitim da ku lêçûnên kirtasiye û kincan bi dest bixim. Em serê sibê saet di 6'an de tên û êvarê saet di 6'an de diçin malê. Heqdesta me ya rojane 600 TL ye. Wekî ku hûn dibînin, ev heqdest têra tiştekî nake. Her roj biha zêde dibin. Li Wanê jî tiştekî din nîne. Mirov niha koç dikin. Em dixwazin kargeh û tekstîl bên vekirin û ciwanên me koç nekin. Em dixwazin ciwanên me li ser axa xwe bimînin."
 
‘WEKÎ DIN TU RÊYEKE ME TUNE YE'
 
Belkiza Tînîç a ji bo debara malbata xwe bike 12 saetan li nava zeviyan dixebite, diyar kir ku pereyên ku distînin têra wan nake lê wekî din tu çareyeke wan a din tune ye. Tînîçê got: “Hevjînê min li ser înşaetan dixebite û pereyê ku distîne têr nake. Li Wanê derfetên kar nînin. Em hewl didin bi tiştên ku em li vir bi dest dixin debara xwe ya rojane bikin. Hevjînê min jî naxwaze ez bixebitim, lê tiştekî ku em bikin tune ye. Em ê çawa bi pereyê ku ji înşeatê bi dest dixe debara xwe bikin? Hemû têkoşîna me ew e ku em tiştekî bînin malê."
 
Jineke din ku li nava zeviyan dixebite û nexwest navê wê bê eşkerekirin jî wiha got: “Ji bo perwerdekirina zarokên xwe divê bixebitim. heqdesta rojane li gorî karê ku em dikin hindik e, lê tiştekî din ê ku em bikin tune ye. Rewşa aboriyê diyar e û êdî tiştek nayê kirîn. Dema em diçin qesêb, bi pereyê ku em qezenc dikin em nikarin du kîlo goşt jî bikirin."