‘Em dengê xwe nadin AKP'ya dijminatiya jinan dike'

  • jin
  • 09:24 30 Gulan 2018
  • |
img

MÊRSÎN - Jinên mêrsînî diyar kirin ku ew ê dengê xwe nedin AKP'ya ku bi polîtîkayên dijminatiya jinan dikin tev digere. Jinan got, ew ê dengê xwe bidin partiya ku azadî û têkoşîna jinan esas digire. 

Endamên Platforma Jina ya Mêrsînê, polîtîkayên AKP'ê yên der barê jinan de rexne kir û helwesta xwe ya der barê hilbijartina zordest a 24'ê Hezîranê de vegotin. Endama platformê Canan Yuce anî ziman ku ji roja ku AKP bûye îktîdar heta niha êrîşî jinan dike. Yuce diyar kir ku di serdema AKP'ê de cinayetên jinan ji sedî 400 zêde bûne, li tacizker û tecawizkeran cezayên hindik hatin birîn an jî cezayên wan hatin daxistin. Yuce, diyar kir ku ew ê li ser sindoqan bersiva van polîtîkayên dijminahiya jinan dikin bidin. 
 
Yuce, bilêv kir ku ew ê di 24'ê Hezîranê de hemû kirinên AKP'ê bînin bîra xwe û wisa deng bidin. Yuce, destnîşan kir ku ew ê kirinên kesên ku mudaxilî lixwekirina jinan dibin, mudxilî ken û hejmara zarokan dibin û dibêjin zarokên 12 salî dikarin bizewicin bînin bîra xwe û ew ê wisa dengê xwe bi kar bînin. Yuce got: "Di vê hilbijartinê de ji bo jin hêzdar bibin û bi awayekî wekhev bijîn edivê îktîdara AKP'ê biçe. 16 salên AKP'ê bi kirinên zayendîparêz tijî ne. Em ê dengê xwe ji bo jiyaneke azad û wekhev bi kar bînin." 
 
‘EGER TEMSÎLIYETA WEKHEV TUNE BE DENG JÎ TUNE YE' 
 
Zubeyde Akpinar jî, destnîşan kir ku di dema îktîdara AKP'ê de şideta li hemberî jinan û îstismarkirina zarokan zêde bûye. Akpinar, bilêv kir ku AKP zimanekî cihêkariyî bi kar tîne û bi gelek qanûnan mafên jinan ên bi salan têkoşiyan û bi dest xistin hatin xespkirin. Akpinar, destnîşan kir ku ew ê dengê xwe nedin partiyên ku mudaxileyî lixwekirina wan û jiyana wan dikin û cîhêkariyê dikin. Akpinar got: "Em ê kesên ku di lîsteyên xwe de temsîliyeta wekhev pitşguh kirin, siyaseteke wekhev û demokratîk esas nagirin ji bîr nekin. Eger temsîliyeta wekheviyî tune be, deng jî tune ye." 
 
‘DÊ JIN DENG NEDIN AKP'Ê'
 
Tulîn Şahîn Okay jî, destnîşan kir ku, ji bo çi dê jin dengê xwe nedin AKP'ê pir aşkere ye û ew ê bi hêvî û baweriyeke mezin di 24'ê Hezîranê de biçin ser sindoqan. Okay, diyar kir ku dema jin dengê xwe bi kar bînin dê ferzkirina zewicandina bi tecawizkar, bêdengiya li hemberî îstismarkirina zarokan, mudaxilekirina kenê jinan û qanûna ku kujerên jinan diparêze bînin bîra xwe û wisa dengê xwe bi kar bînin. Okay, anî ziman ku ji ber ku jin tên tunekirin û nayên hesibandin baş dizanin dê dengê xwe bidin kê û got: "Dê jin dengê xwe bidin partiyeke rasteqîner a wekhev, serbixwe. Lê belê dê jinek jî dengê xwe nede AKP'ê. Dê dengê xwe bidin partiya ku azadiya jinan û têkoşîna jinan esas digire."