Kongreya Meclîsa Jinan a PYD'ê: Ji bo parastina gelê xwe divê em bibin yek

  • jin
  • 14:33 20 Tebax 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Jinan a PYD'ê bi beşdariya 400 delegeyan li Hesekê kongreya xwe ya 3'yemîn lidar xist. Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah a li kongreyê axivî, wiha got: “Em jin, hem ji bo parastina xwe, hem jî ji bo parastina gelê xwe divê bibin yek.”

 
Kongreya 3’yemîn a Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi dirûşma “Feslefeya jin, jiyan, azadî mîsogeriya civaka exlaqî, siyasî, demokratîk e” dest pê kir.
 
Di kongreyê de ku li Hola Serdem a li bajarê Hesekê hate lidarxistin, nêzî 400 delegeyên meclisê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Başûrê Kurdistanê û derveyî welat, nûnerên YPJ’ê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Kongra Star beşdar bûn.
 
‘DIVÊ EM LI SER FELSEFEYA JIN JIYAN AZADÎ BIMEŞIN’ 
 
Piştî deqîqeyekê rêzgirtinê, ewilî Hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah axivî. Ebdullah, lidarxistina kongreyê pîroz kir û got: “Duh salvegera şehîdxistina fermandar Sewsen Bîrhat bû. Di vê kongreyê de em fermandar û têkoşerên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin. Wekî jin ji bo em bibin xwedî nasname û dîroka xwe biparêzin, divê em li ser felsefeya jin, jiyan, azadî bimeşin.”
 
Asya Ebdullah berxwedana Rêber Abdullah Ocalan silav kir û tecrîd şermezar kir û got: “Em Partiya Yekitiya Demokratîk bi taybetî weke Meclisa Jinan divê em têkoşîna şikandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan mezin bikin.”
 
Asya Ebdullah bang li jinan kir ku bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” hemberî siyasetên li dijî jinan, pergalên desthilatdaran û kapîtalîzmê têkoşînê xurt bikin.
 
‘JINA AZAD LI GORÎ PROJEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK LI BER XWE DIDE’ 
 
Asya Ebdullah bal kişand ser destkeftiyên ku jinên kurdistanî bi dest xistine û wiha domand: “Jinan bi destkeftiyên ku bi dest xistine, bingehekî xurt ava kirin, ketin dîrokî. Em bi YPJ’ê dikarin xwe biparêzin. Jina azad li dijî dijminê xwe sekiniye û ji bo bi nasnameya xwe, ji bo li gorî projeya neteweya demokratîk û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bijîn, li ber xwe dide.”
 
Hevseroka PYD’ê di dawiya axaftina xwe de ev peyam da: “Em jin divê em ji bo parastina xwe û gelê xwe bibin yek. Divê em li hemberî dagirkerî û guhertina demografîk bisekinin. Divê em şoreşa xwe biparêzin.”
 
Piştî axaftina Asya Ebdullah, Meclisa Jinan a PYD’ê, endamên Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan xelat kir.
 
Piştre nirxandinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin xwendin, sînevîzyonek li ser xebatên du salên borî yên Meclisa Jinan a PYD’ê hat nîşandan.