Li Hindistanê dirûşma jinên kurd 'Jin jiyan azadî' olan da

  • jin
  • 10:19 17 Tebax 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan li Hindistanê tecawizkirin û qetilkirina jinekê prostesto kirin û pankarta “Jin jiyan azadî” vekirin û nerazîbûn nîşanî tundiya li ser jinan dan. 

 
Li bajarê Kalkuta ya bi ser eyaleta Bengala rojava ya Hindistanê di 9’ê tebaxê de jinek bi tecawiza diktorekî re rû bi rû ma û paşê jî hat qetilkirin. Nerazîbûn û hêrsa li dijî tecawizkirin û kuştina vê jinê berdewam dike. Jin li gelek deverên Hindistanê daketin qadan û bûyerê protesto dikin. Jinan ji zanîngehan bigire heta termînalên otobusan çalakî li dar dixistin û dirûşma “em edaletê dixwazin” berz kirin. 
 
Rojnamevanên ku li herêmê dixebitin ev şîrove kirin: “Me berê qet nedîtiye ku li bajêr bi şev jin bi girseyek ewqas mezin meşiyan e.” 
 
PANKARTA 'JIN JIYAN AZADÎ' 
 
Piştî bûyera tecawizê û kuştinê, li seranserî wî welatî jin protestoyan li dar dixin. Jin di roja 8’emîn de daketin kolanan û daxwaza edaletê kirin. Jinên hindistanî di çalakiya roja 8’emîn de dirûşma jinên kurd “Jin jiyan azadî” li ser pankarta xwe nivîsandin. 
 
Çalakî ango xwepêşandan li bajarên Delhî, Haydarabad, Mumbaî û Pune jî hatin lidarxistin. Li hin deveran xwepêşandar û polîs hatin dij hev. Polîsan mudaxileyî xwepêşadaran kirin.