Jin di kargeha ‘şerê taybet’ de li hev civiyan: Em ê serê xwe netewînin

  • jin
  • 16:29 13 Tebax 2024
  • |
img
RIHA - TJA û DBP'ê li navçeyên Hewag, Pirsûs û Xelfetiyê kargehên “şerê taybet” li dar xistin. Jinên ku beşdarî kargehan bûn gotin: “Dema jin li ber xwe bide, kes nikare wê tune bike. Em ê serê xwe netewînin.” 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li navçeyên Hewag, Pirsûs û Xelfetiyê yên Rihayê bi jinan re kargehên "şerê taybet" li dar xistin. Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) ya Rihayê Sema Aişeoglû, endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya DBP'ê Ayşe Çelîkbîlek, Berîvan Helan Işik û Narîn Gezgor, Hevseroka DBP'ê ya Amedê Sultay Yaray, Hevşaredara Hewagê Aygûl Kapîkayali û gelek jin beşdarî kargehan bûn.
 
‘TECRÎD ŞERÊ TAYBET E’ 
 
Di kargehan de axaftin hatin kirin. Hevseroka DBP’a Amedê Sultan Yaray di kargeha li Hewagê de axivî û bal kişand ser amûrên şerê taybet û destnîşan kir ku tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî sûcê şer û ji şerê taybet qut nîne. 
 
Rêvebera Navenda DBP’ê Narîn Gezgor jî di kargeha li taxa Alîgora Pirsûsê axivî û bal kişand ser şerê taybet û anî ziman ku şerê taybet li ser bedena jinan tê meşandin. 
 
'DIVÊ JIN SERÊ XWE NETEWÎNIN’ 
 
Jinên ku beşdarî kargehan jî bûn anîn ziman ku divê polîtîkayên şerê taybet hin bêtir bên teşhîrkirin û gotin: “Heke jin li ber xwe bidin kes nikare wê tune bihesibîne. Divê beriya her tiştî jin xwe derxin pêş û dengê xwe bilind bikin. Divê jin li dijî polîtîkayên dewletê û şerê taybet xwe bi rêxistin bike û serê xwe netewîne. Em ê serê xwe netewînin. Girîng e ku her dem jin serê xwe rakin.” 
 
TJA û DBP ev duh û îro li Rihayê kargeh li dar xistin û dê êvarê jî li Xelfetiyê kargeh bê lidarxistin û bernameya kargehan bi dawî bibe.